Ji ber daxuyaniya HDP’ê ya ‘Qirkirina Ermeniyan’ lêpirsîn hat destpêkirin

Dadgeriya Tirk derbarê daxuyaniya HDP'ê ya 24'ê Nîsana 2021'an de ku gotibû "Divê Qirkirina Ermeniyan bê naskirin" lêpirsîn da destpêkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera Qirkirina Ermeniyan di daxuyaniya xwe de xwestibû qirkirin were qebûlkirin.

Ji ber vê daxuyaniyê, li 11 endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ên wê demê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve bi îdîaya "heqaret li Tirkbûnê kirine" lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Dozgeriyê gotina "Qirkirina Ermeniyan" weke "berovajî berjewendiyên neteweyî yên neteweya Tirk" û "armanca biçûkxistina Neteweya Tirk li pêşberî dîrokê û li qada navneteweyî" nirxand.

Ji bo rêveberên HDP'ê heta 2 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.