Hunermend Çat ê bi Kurdî stran got hate destgîrkirin

Di şahiya gel a HDP’ê de Kadîr Çat derket ser dikê û ji ber ku bi Kurdî stran got, hate destgîrkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navçeya Efeler a Aydinê şahiya gel li dar xist. Di şahiya gel de Hunermend Kadîr Çat derket ser dikê û ji ber ku bi Kurdî stran got, hate destgîrkirin. Çat dema ku ji ser dikê hate xwarê, hate destgîrkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Aydinê. Hate diyarkirin ku Çat bi fermana dozger hatiye destgîrkirin.

Hate zanîn ku beriya Çat derkeve ser dikê, komek polîsên sivîl hatine gel û gefa “Tu stranên siyasî nabêjî ne wisan? Eger tu strana Kemal Pîr bibêjî, wê ji bo te ne baş be” lê xwarin.