Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 2 hezar û 921 kesî
AFAD'ê ragihand ku hejmara qurbaniyên erdhejê gihîştiye 2 hezar û 921 kesî. Hejmara birîndaran jî 15 hezar û 834 kes e.

Erdheja ku bi dema herêmî doh saet di 04:17'an il navçeya Bazarcix a Mereşê rû da, bandoreke giran li Dîlok, Meletî, Osmaniye, Amed, Riha, Edene, Semsûr, Hatay, Kîlîs, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek bajarên Sûriyeyê kir. Bîlançoya vê erdhejê jî giran dibe.
Li gorî daxuyaniya AFAD'ê hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 2 hezar û 921 kesî. Hejmara birîndaran jî bûye 15 hezar û 834 kes.