HBDH'ê li Stenbolê li bazirganê narkotîkê xist

Milîsên HBDH'ê ragihandin ku li Stenbolê li bazirganekî narkotîkê xistine.

Di daxuyaniya nivîskî ya Milîsên Rûhat Aşkara yên HBDH'ê de hate gotin, "Em her li dijmine gel dixin. 17'ê Çileyê li Stenbolê bazirganekî narkotîkê yê bi navê Savaş Erol ji aliyê milîsên me ve hate cezakirin. Vî kesî bi taybetî hewl dida tevna xwe li taxa Gurpinar/Beylîkduzu bi cih bike ku bi giranî ciwanên Kurd, karker û kedkarên Kurd lê ne. Bi cezakirina vî şexsî re me pêşî li tevna narkotîkê girtin."