HBDH’ê li dijî tiryakfiroşan çalakiyek li dar xist

Milîsên Azîz Guler ên HBDH'ê li Stenbolê li dijî tiryakfiroşan çalakiyek li dar xist.

Milîsên Azîz Guler ên HBDH'ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Em rê nadin û nahêlin gelê me yê kedkar û ciwanên me di nava van çiravên qirêj de bikevin xefikên narkotîkê û bên tunekirin. Em ê ti carî rê nedin bazirganên jehrê! Me navendên tiryakê yên li Taxa Gaziyê şewitandin! Di 20’ê Îlonê saet 17.00’an de yekîneyên me li Stenbol/Sûltangaziyê li dijî du malên cuda yên çeteyên tiryakê bikar tanîn çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Her du mal jî bi madeyên hişber hatin şewitandin.”

Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt hatin gotin:

"Kapîtalîzm pergalek rizyayî ye û ber bi tinebûnê ve diçe. Ji her alî ve perçe perçe dibe. Tevahiya civakê bi xwe re dişewitîne û wêran dike! Desthilatdariya faşîst ji bo ku li ser piyan bimîne, bi hemû hêza xwe dixwaze ciwanên me bikişîne nav çravên qirêj û xefikên narkotîkê. Ji ber vê yekê jî li kur çeteyên narkotîkê hebin, alîkariyê dide wan û pêşiya wan vedike.

Şoreş ne tenê ji bo pêşerojeke baştir e. Şoreş, têkoşîna jiyana civakeke ku tê xwestin bê pûçkirin û tunekirin e. Hewldanek e ku mirov xwe li ser piyan bigire. Şoreş şerê hebûn û tunebûna gelên me ye! Hemû kesên ku dixwazin xwedî li jiyanê derkevin, paşerojeke bextewar hêvî dikin, dixwazin çarenûsa xwe bi destên xwe binivîsin, divê di nava refên şoreşê de bibin yek.

Ciwanên ku mehkûmê tariyê hatine kirin û siberoja wan ji wan tê dizîn! Rêfên yekbûyî yên şoreşê li benda we ne ku hûn xwe bi hêvî û azadiyê gurçûpêç bikin!”