Girtiyên siyasî yên li Tîpa L'yê ya Espiye dest bi greva birçîbûnê kirin

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L'yê ya Espiye ya Gîresûnê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Kerem Ayas ê li Girtîgeha Tîpa L'yê ya Espiye tê ragirtin, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û anî ziman, ku li hemberî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirine. 

Ayas diyar kir ku gardiyanan bi awayek keyfî li ser qawişa wan re girtine û hemû kel û pelên wan hatine desteserkirin û got: “Dixwazin me bi kelepçe bibin revîrê. Ji ber ku em vê yekê qebûl nakin, me nabin revîrê. Her wiha dest danîn li ser tiştên me yên wekî televziyon û radyoyê. Li hemberî van binpêkirinan me bi komek hevalên xwe re dest bi greva birçîbûnê kir. Heta ku ev binpêkirin bi dawî bibin wê greva me berdewam bike.”