Girtiyên nexweş Yûsûfoglû û Dûrmaz terkî mirinê tên kirin

Di çalakiyên ji bo kişandina balê bi ser rewşa girtiyên nexweş Ridvan Yûsûfoglû û Huseyîn Dûrmaz de wiha hat gotin: ‘’Jiyana wan di xeteriyê de, divê demildest bên berdan.’’

Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re di hefteya 420’emîn a çalakiyên xwe de bal kişand bi ser rewşa girtiyên nexweş Ridvan Yûsûfoglû yê di Girtîgeha L ya Patnosê de tê girtin.

Çalakî li ber Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Enqereyê hat lidarxistin. Li ser navê Înîsiyatîfê Endamê Desteya Rêveber a Şaxê Enqereyê yê ÎHD’ê Îhsan Seylan xwend.

Seylan, anî ziman ku Yûsûfoglû 28 sal in girtî ye û nexweşiya wî Kolîta Ulseratîf e, di girtina dermanê Salofalk ê rê li ber kêmê digire de zehmetiyê dikişîne. Ji bo tedawiya wî bê kirin wan bi caran serî li saziyên rayedar daye hêj tu bersivek a erênî nehatiye dayîn.

Seylan bi bîr xist ku parêzer 23’yê Tebaxa 2022’yan serî li ÎHD’ê daye û got ku Yûsûfoglû sewqê nexweşxaneyê nehatiye kirin lê ji ber nexweşiya mehd û hûr û rodiyan 5’ê Îlona 2022’yan birine Nexweşxaneya Dewletê ya Patnosê û bi tenê serûmek dane û bi pişt re ew cardin birine girtîgehê. Seylan bi domdarî wiha axivî: ‘’Ji xeynî Kolîta Ulseratîf waris, fitiqa navê jî pê re heye û ji mehdê xwe ne rehet e, di xew de bêhna wî naçe û nayê, dike ku bifetise lê nayê tedawîkirin.’’

Seylan di dawiya axaftina xwe de xwest ku Yûsûfoglû ji bo tedawiyê sewqê nexweşxaneyek a bajarê mezin were kirin ku Beşê Gastroenterolojiyê lê hebe û demildest raporên wî yên şandeyan bên wergirtin û ji bo tedawîkirinê bê berdan

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Stenbolê, cara 548’emîn çalakiya xwe ya ‘’Rûniştina F’’ li dar xist. Çalakî li ber Şaxê ÎDH’ê yê Stenbolê hat lidarxistin. Vê hefteyê di çalakiyê de bal bi ser rewşa girtiyê nexweş Huseyîn Dûrmaz ê di Girtîgeha F ya Kiriklarê de tê girtin û ji hestiyên xwe pençeşêrî ye. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy, Parlamenterên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Sera Kadigîl û Ahmet Şik ji bo piştgiriyê tev li çalakiyê bûn. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Mehmet Acettîn bal bi ser Bariş Keve yê 5 roj berê sirgûnê Girtîgeha T ya Akçadag a Meletiyê hat kirin û di hicreya yekkesî de hat qetilkirin û daxwaza lêkolîna mirina ‘’bi şik’’ Keve kir.

Acettîn Huseyîn Dûrmaz ê di Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê de girtî, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê sala 1996’an hatiye berdan lê tevî ku rewşa wî baş nebûye sala 2017’an cardin hatiye girtin û da zanîn Dûrmaz ji bo bidestxistina mafê xwe yê tedawîbûnê zehmetiyê dikişîne û gava pandemiyê hiç ew nebirine nexweşxaneyê.

Acettin axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘’Ji bo rakirina ji holê ya rîska ji ber zeîfbûna pergala liberxwedanê ya laşê mirov, divê Huseyîn Dûrmaz têr û baş nan bixwe, divê cihê lê dimîne baş paqij be, zêde ew û kesan bi hev nebin, dûrê stresê bimîne û baş lê binihêrtin, nexweş komplîkasyonên ku çêbibin wê rê li ber pirsgirêkên ku bibin sedema jiyana wî vebikin.’’

Acettîn, diyar kir ku divê Dûrmaz demildest bê berdan.