Girtiyên li Girtîgeha Eregliyê di hucreyên yekkesî de tên ragirtin

Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê di hucreyên yekkesî de tên ragirtin.

Li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê binpêkirinên mafan û pêkanînên êşkenceyê dewam dikin. Yek ji girtiyên ji Girtîgeha Tîpa T a Konyayê sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê hat kirin Îbrahîm Sutçu, bi rêya telefonê ji malbata xwe re diyar kir ku ji 23’ê Tebaxê û vir ve di hucreyên yekkesî de tên ragirtin.

Sutçu destnîşan kir ku beriya 5 rojan 3 girtî ji Mersînê anîne û ew di hucreyên yekkesî de bi cih kirine. Sutçu diyar kir ku tenê saetekî dikarin ji hucreyên xwe derbikevin û anî ziman ku gardiyan di nava rojê de tên hucreyên wan û heqaretê li wan dikin.

Sutçu ragihand ku li Girtîgeha Eregliyê, hucreyên yekkesî li ser girtiyên Kurd tê ferzkirin û bi lêv kir ku pêdiviyên wan ên bingehîn nayên bicihanîn. Sutçu bang li parlementeran kir ku ji bo lêkolînkirina pêkanînên kêfî serdana girtîgehê bikin. Sutçu got: “Em dixwazin ku ji hucreyên yekkesî de bên derxistin û bi hevalên xwe re derbasî qawîşan bibin. Her wiha daxwaza me ew e ku pêdiviyên me yên bingehîn werin bicihanîn.”