Girtiyên li Girtîgeha Ereglî di greva birçîbûnê de ne

Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konya dest bi greva birçîbûnê kirin.

Yek ji girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê Îbrahîm Sutçu di hevdîtina bi malbata xwe re binpêkirinên mafan anî ziman û diyar kir ku li dijî vê yekê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan a dorveger kirine. Sûtçu, da zanîn ku bi hinceta "lêgerîna tazî" qebûl nekiriye, mehekê hevdîtina vekirî û mehekê jî qedexeya pêwendiyê lê hatiye birîn.

Sutçu, anî ziman ku ji 23'ê Tebaxê û vir ve di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Her wiha diyar kir ku 6 girtî ji Girtîgeha Elbîstan a Mereşê anîne û got, "24 kes di hucreyên cuda de tên ragirtin. Em nikarin hevdu bibînin, di bêhndanê de jî. Li kêleka hucreyên me girtiyên sûcên giran hene, me bêzar dikin."

Sûtçu da zanîn ku 24 girtî ji bo protestokirina binpêkirinan 3 rojan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine û diyar kir ku divê daxwazên wan bi hevalên xwe re bibin heman qawîşan û dawî li pêkanînên xirab bê.

Herî dawî Sutçu bang li rêxistinên mafên mirovan û parlamenteran kir ku biçin girtîgehê.