Di 6 mehan de 26 kolber hatin qetilkirin

Di nava 6 mehên borî de 26 kolber hatine qetilkirin û 164 kolber jî birîndar bûne.

Kolbernews’ê bîlançoya 6 mehan a têkildarê rewşa kolberan weşand. Li gorî bîlançoyê di nava 6 mehên borî de li herêmên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê yên parêzgehên Azerbaycan a Rojava, Sine û Kirmanşanê ji ber gulebarana rasterat a hêzên dewleta Îranê û ji ber karesatên xwezayî yên şert û mercên kolberiyê yên mîna aşût, serma, teqîna mayînê û ketin ji bilindahiyê, bi giştî 26 kolber hatine qetilkirin. Her wiha 164 kolber jî birîndar bûne.

Di bîlançoyê de her wiha hatiye destnîşankirin ku 77%’ê qewimîna wan trajediyan ji ber gulebaranên rasterast ên hêzên dewleta Îranê pêk hatiye.