Dewleta Tirk bi wesayitan pêşî li pankartên Şenyaşaran girt

Dewleta Tirk bi wesayitan pêşî li pankartên Şenyaşaran girt ku li ber xwe didin. Malbata Şenyaşar diyar kir ku heta edalet pêk were wê berxwedana xwe dewam bike.

Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûs a Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê ve li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza edaletê nobedê digire. Îro roja 639'an a çalakiyê ye. Lê belê pankartên Emîne û Ferît Şenyaşar ên li ber edliyeyê, hefteyeke bi wesayitên bi plaqeyên fermî têne girtin.

Ferît Şenyaşar diyar kir ku serdozger li şûna ku edaletê bi cih bîne, ji bo pankart neyên dîtin hem li aliyê rastê hem jî aliyê çepê yên cihê pankartê wesayit bi cih kiriye û got, "Em mafdar in. Têkoşîna me di rojeva meclîsê de ye, heta ku ev neheqî bi dawî nebe, em ê ji ber edliyeyê neçin. Em ji serdozger re dibêjin, hûn nikarin rojê binixumînin. Bi danîna wesayitên xwe hûn ê nikaribin têkoşîna me asteng bikin."