Demîr ê derbasî Yewnanistanê bû radestî Tirkiyeyê hat kirin û hat girtin

Rêveberê berê yê HDP'ê Mehmet Seyît Demîr ku ji ber cezayê girtîgehê derbasî Yewnanistanê bû, radestî Tirkiyeyê hat kirin û hat girtin.

Rêveberê berê yê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Mehmet Sayît Demîr, di rûniştina doza ku di Sibata 2021'an de li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de bi îdîayê "endamtiya rêxistina terorê" û "propagandaya rêxistina terorê" 6 sal û 8 meh ceza lê birîbû. Demîr piştî biryara girtinê di 23’ê Çileyê de tevî malbata xwe derbasî Yewnanîstanê bû. Lê belê Malbata Demîr a li Yewnanîstanê hat destgîrkirin radestî Tirkiyeyê hat kirin.

Mehmet Sayît Demîr û dayika wî Ferîde Demîr ên piştî ji aliyê polîsên Yewnan ve hatin teslîmkirin, hatin destgîrkirin û di derbarê wan de karûbar hate destpêkirin. Piştre Ferîde Demîr hat berdan, Seyît Demîr jî bi hinceta qedexeya derketina derve binpê kiriye, ji aliyê 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat girtin. Demîr ê ku hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê.