DBP'ê berxwedana li Rojhilat silav kir

DBP'ê berxwedana li dijî êrîşên Îranê yên li ser jinan silav kir û got, "Divê mafê xweparastinê bê bikaranîn. Bêdengî komkujiyê bi xwe re tîne."

DBP'ê gelê ku li dijî qetilkirina Jîna Emînî (Mahsa Emînî) ya li Îranê dest bi çalakiyan kirin silav kir û diyar kir ku bersiva herî mezin a li hemberî êrîşên li dijî jinan wê bi xurtkirina têkoşîna azadiya jinê pêk were.

Komîteya Rêveberiyê ya Navendî (MYK) ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) têkildarî qetilkirina Mahsa Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em polîtîkayên qetlîamker ên dewleta mêtinger a Îranê ya li dijî jinan ku di hemû qadên jiyanê de tê asayî kirin, êşkenceya bi pergal ku veguheriye perçeyek a jiyana rojane ku mînaka wê bi qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqî ve li pêş çavên hemû cîhanê pêk hatî, bi tundî şermezar dikin.”

'BÊDENG MAYÎN WÊ KOMKUJIYÊN NÛ BÎNE'

Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt hatin gotin:

“Em pêkanînên vê zihniyeta qedexeker a li ser jinan di bin navê şerîetê de ji Şîrîn Elemhûlî û Zehra Esmaîlî dizanin. Helwesta Rejîma Molla yên Îranê ku bi polîtîkayên xwe yên kuştinê yên li ser jinan rêya parastina hiqûqa giştî ya şerîetê didomîne, di nêzîkatiya wan ya hovane ya li hemberî xwepêşandanên protestoyî de jî diyar dibe. Divê em li dijî hêrsa qetilkirina Jîna Emînî ku li seranserê Îranê û bajarên wek Saqiz, Sinê, Shino, Bokan, Kirmanşah û Mako ku pêl bi pêl veguherî serhildan û berxwedaneke mezin û di encamê çalakiyên protestoyî de 4 kes jiyana xwe ji dest dane, bêdeng nemînin. Li hember van êrîşan bêdeng mayîn, wê bibe sedema komkujiyên nû.

LI DIJÎ ÊŞKENCEYA LEŞKERÊN AZERÎ NERAZÎBÛN HATE NÎŞANDAN

Her wiha em êşkenceya hovane û qetilkirina şervana jin a Ermenî Anuş Abetyan ku dişibe vê hovîtiya li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve şermezar dikin. Li ser vê bingehê em hemû jinên ku di encama şîdet û zexta zîhniyeta desthilatdar de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin; li dijî zîhniyeta ku vîna jin û gelan tune dihesibîne; li dijî polîtîkayên qetilkirinê yên ji aliyê zîhniyeta serdest a mezhebperest, zayendperest, faşîst a mîlîtarîst ve tê meşandin, bersiva herî mezin wê bi xurtkirin û mezinkirina têkoşîna azadiya jinê pêk were.

GELÊ ROJHILAT HATE SILAVKIRIN

Em jin û hemû gelê Rojhilat ku li hemberî qetlîamên rejîma Îranê bêdeng nebûn û hêrsa xwe veguherandin serhildanê, silav dikin. Her çend bi hin sedeman qetlîamên li dijî jinan li hemû cîhanê tên kirin, bi taybetî li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ku navendên şer in, hemû êrîş û komkujî îdeolojîk û siyasî ne. Mafê xweparastinê ku mafê herî însanî û xwezayî ye, divê li dijî şîdeta dewleta mêr a siyasî ya îdeolojîk bê bikaranîn. Em ji rejîma Îranê ya ku bi zîhniyeta DAÎŞ’ê re paralel e re dibêjin; Çawa ku jinên Kurd li Rojava li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dan, li dijî rejîma Îranê ya ku avahiyeke paralel e jî wê bi heman biryardariyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Weke Partiya Herêmên Demokratîk ku li Bakûrê Kurdistanê têdikoşe, em rejîma Îranê ya li dijî qetilkirina jinan û tundiya li dijî xwepêşandanan şermezar dikin û têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê silav dikin.”