Dayika Polat ê girtî 2 roj in li ber girtîgehê nobedê digire

Dayika girtiyê nexweş Ekîm Polat ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Denîzliyê tê girtin, ji bo dermankirina kurê xwe 2 roj in li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê pêk tîne.

Rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin, roj bi roj girantir dibe. Dayika Polat, Songul Îlker ji bo ku kurê wê were tedawîkirin, li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya Îlker di roja 2’yan de berdewam dike.

Songul Îlker di roja 2’yan a çalakiyê de got ku kurê wê nayê tedawîkirin û wiha domand: “Kurê min dibin nexweşxaneyê lê nayê tedawîkirin. Kurê min çend meh berê li dijî vê sepanê daxwazname dabû ku ev sewqên nexweşxaneyê bên sekinandin. Dema min pê re hevdîtin kir got; ‘Dema diçim nexweşxaneyê min tedawî nakin. Lewma min bi wan bawerî nîne. Ji ber vê jî min daxwazname nivîsand.’ Di serê kurê min de tumor heye û divê were tedawîkirin. Heke emeliyat nebe dê bimre. Kurê min ê gelek nexweşiyên wî hene ev 11 roj in di greva birçîbûnê de ye. Weke dayikekê êdî nikarim vê rewşê rakim. Min jî dest bi çalakiya rûniştinê kir. Heta kurê min tê tedawîkirin wê ev çalakiya min bidome.”

Îlker di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Tekane daxwaza min ew e ku şert û mercên tedawîkirinê yên kurê min bi cih bînin û ez li cem wî bim. Banga min ji bo hemû saziyên civaka sivîl, parastvanên mafên mirovan, parlementer û hiqûqnasan ew e ku deng bidin dengê kurê min û hemû girtiyên nexweş. Bila girtiyên nexweş bên berdan û mafê wan ê jiyanê neyê binpêkirin.”