Cenazeyê gerîla Mahsûm Ozer piştî 7 salan hate radestkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mahsûm Ozer ê di sala 2015’an de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Dêrsimê de şehîd bû, piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê Mahsûm Ozer li goristana Dogançay hate veşartin.

Dozger roja 19’ê Îlonê bi telefonê agahî da malbata gerîlayê HPG’ê Mahsûm Ozer ku dikarin cenaze bigirin.

Malbatê îro li Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê (ATK) bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” cenazeyê gerîla Ozer girtin.

Parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Mûsa Pîroglû, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinê civakî û gelek kes bi malbatê re cenaze girtin û piştre tevlî merasîmê bûn.

Li Goristana Dogançay a girêdayî navçeya Bayrakliyê, piştî merasîmê cenazeyê gerîla Mahsûm Ozer bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” hate veşartin.

Malbata Ozer wê sersaxiyan li mala xwe ya li Bayrakliyê qebûl bikin.