Bûldan: Çapemeniya azad gavê paşve navêje

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan bertek nîşanî dîlgirtina rojnamevanan da û got, “Ji ber ku rastiyê dinivîsin hatin girtin. Çapemeniya azad gav paşve navêje.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di civîna Koma Meclisê ya partiya xwe de têkildarî rojevên heyî axivî. Bûldan, di serî de Partiya Karkeran û rêberê wê Lûla Dî Sîlva ku di hilbijartinên Brezîlyayê de bi ser ketine, pîroz kir.

Bûldan ev tişt anîn ziman:

‘PERGALA VESAYETÊ DEST GUHERAND LÊ EW BI XWE QET NEGUHERÎ’

“Me 99’emîn salvegera damezirandina komarê li pey xwe hişt. Fikra demokrasî û xwerêveberiyên herêmî ya di dema destpêka damezirandina komarê de terikandin û li şûna wê pergala înkar, red û yekperestiyê ava kirin. Em qala rûxîneke sedsalî ya bi vî awayî dikin. Her çend ku rêveberî guherî be jî, ev zîhniyet tu carî neguherî. Weke civak em êşa vê hêj niha jî dikişînin. Li şûna Plana Islehkirina Şerqê û Mifetişiya Umumî, xespa qeyûm hat. Li şûna darbeyên 12’ê Adar, 12’ê Îlon, 28’ê Sibat û 2’yê Adarê, darbeya qeyûman a desthilatdariya AKP-MHP’ê di 4’ê mijdar û 19’ê tebaxê de pêk anîn girt. Hêj niha jî zimanê Kurdî qedexe ye. Erê rast e pergala vesayetê dest guherand lê ew bi xwe qet neguherî. Îro jî weke vesayeta qesr û darazê didome.

‘BERDANEKE DERENGMAYÎ BÛ’

Hevala me Aysel Tugluk ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû, di encama têkoşîna gelê me, me, jin û raya giştî ya demokratîk hat berdan. Ez bi eşkere dibêjim ku ev berdan, berdaneke derengmayî bû. Ez careke din ji siyasetmedara hêja Aysel Tugluk re dibêjim derbasî be û şîfaya xêrê jê re dixwazim.

Girtiyên nexweş ên di nava nivînên mirinê de ne. Kurdî qedexekirî ye. Qeyûmên bi rêya darbeyê li şaredariyên Kurdan hatine tayînkirin. Hestî xistine telîsan. Goristanên hatine texrîbkirin. Redkirina mafên hemwelatiya wekhev a bingeha xwe ji hiqûqa gerdûnî digirin. Pirsgirêka Kurd; polîtîkaya necezakirinê ya li hemberî îşkence, komkujî û sûcên li dijî mirovahiyê ye. Erê rast e, astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûnê, pirsgirêka Kurd e. Ev pirsgirêk dike ku hemû pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê li cihê xwe bimînin.

DÎLGIRTINA FÎNCANCI Û ROJNAMEVANAN

Ji bo ku nehêlin heqîqet derkeve holê, berê xwe didin polîtîkaya zext û tundî û derewan. Ji ber ku mamoste Şebnemê bi dilwêrekî heqîqet vegot, ew girtin. Sekna mamoste, sekna li dijî şer e. Her kesên demokrasî û aştiya civakê dixwazin, divê piştgiriyê bide mamoste Şebnem. Ez li vir wê silav dikim.

Tam di pêvajoyeke wiha de rojnamevanên Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê girtin. Sedema vê jî ew e ku heqîqetê dinivîsin. Girtina rojnamevanan, êrişeke raste rast a li dijî azadiya agahîgirtinê ya gel e. Pêdiviya vî welatî bi rojnamevanên rasteqîn heye ku li gorî heqîqetê tevdigerin. Rojnamevanên hatine girtin, rûmeta Çapemeniya azad in. Rûmeta demokrasiyê ne! Ez silav û hezkirina xwe ji wan re dişînim. Wê pênûsa we ya giranbiha, hêj pir rûpelên birûmet ên dîrokê binivîsin. Yên ku hewl didin pênûsa we kelemçe bikin jî wê di nava rûpelên reştarî yên dîrokê de bên bibîranîn. Em li vir dîsa dibêjin; ev desthilatdarî, fikriyata zîhniyeta Apê Mûsa qetil kiriye. Lê divê baş bizanin ku fikriyat û mîrasa têkoşînê ya Apê Mûsayan nexşerê û rênîşandera me ye. Wan jî serî netewand û em jî natewînin.

Tam di roja 99’emîn salvegera damezirandina komarê de mamoste Şebnem û rojnamevan girtin. Bi eşkere peyamê didin ku wê red û înkara xwe bidomînin. Yanî dixwazin sedsaleke din jî bi înkarê bidomînin. Serokê Giştî yê AKP’ê di bin navê ‘Sedsala Tirkiyeyê’ de propagandaya hilbijartinê dike. Qala hiqûq û edaletê dikir. Gelo bi rastî jî ew bi xwe ji van gotinên xwe bawer dike? Mesele, hemû kesî weke hemwelatiyên wekhev dibîne? Gelo baweriya wî ya ji hiqûqê heye? Gelo dixwaze înkarê bi dawî bike? Heke bixwaze, bila kerem bike û tecrîdê rake. Fermo, hemû girtiyên bi awayekî derhiqûqî dîl hatine girtin berde. Wê demê dev ji tetîkkêşiyê berdin. Were em bi hev re cihêkariyan ji holê rakin, di navbera hemû nasname û baweriyan de wekheviyê çêbikin. Gelo hûn jî li gel vê ne? Em dizanin ku tu xwedî vê cisaret û dilî nîne. Yên ku berê wan li vesayet, qedexe, înkar, zext û bêedaletiyê nikarin bibin xwedî vîzyoneke sedsalê. Heta ku hevrûbûn û edalet nebe, sedsalake nû qet nabe.

‘TENÊ YEKPERESTÎ, RANT, CIHÊKARÎ, KRÎZA ABORÎ Û RIZÎBÛN HEYE’

Di sedsala AKP-MHP’ê de Kurd, Elewî, bawerî, bindest, jin, ciwan û kedkar tune ne. Demokasî, azadî, edalet û aştiya civakî tune ye. Tenê yekperestî, rant, cihêkarî, krîza aborî û rizîbûn heye. Dijminatiya li Kurdan û jinan heye. Kedxwarî heye. Rabûne qaşo wê 85 milyonan bixapînin. Wê sedsaleke din jî wiha nedome. Ne civak civaka berê ye, ne Kurd Kurdên berê ne, ne ev erdnîgarî erdnîgariya berê ye û ne jî dinya dinyaya berê ye. Aktorên vê sedsalê ne hûn lê wê bibin gelên Tirkiyeyê. Xwediyên vê sedsalê wê bibin xwediyên berxwedana birûmet a li dijî faşîzmê.

‘ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ’

Yekitî û piştevaniya gelên li Rojava bi xwe re destkeftiyên mezin anîn. Pêşerojeke demokratîk a hevpar li wir tê avakirin. Ez, hemû gelên berxwedêr ên Rojava, hemû jinên dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ berz dikin silav dikim û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikim. Ev ruhê piştevaniyê wê bibe roniya têkoşîna hemû gelan. Her wiha berxwedana jinan a ku ji bo Jîna Emînî di serî de li Îranê bi giştî li seranserî cîhanê mezin bûyî, careke din nîşanî me da ku hêza sereke ya ku wê pêşeroja jinan û civakê diyar bike, hêza jinan e.

Serokê Giştî yê AKP’ê dibêje ‘werin em vî welatî ji destûra bingehîn re darbeyê xelas bikin.’ Lê yên ku her roj li dijî siyaseta demokratîk, daxwazên demokratîk, çapemenî û rêveberiyên me yên herêmî darbeyan dikin ew bi xwe ne. Yên ku li gorî biryarên AYM û DMME’yê tevnagerin ew bi xwe ne. Qaşo wê xwe ji destûra bingehîn re darbeyê xelas bikin! 4’ê Mijdarê wê bibe 6’emîn salvegera darbeya li dijî HDP’ê. HDP ev 6 sal in li dijî darbe, kompas, komkujî û komployan li ber xwe dide.

Ez li vir dîsa dibêjim ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, hûn nikarin bikevin sedsaleke nû. Lewma jî em dibêjin ji bo pêşketin û demokrasiyê tekan rê, guftûgo û muzakere ne. Siyaseta şer û tecrîda girankirî wê we sedsalên din paşve bibe. Guftûgo û muzakere wê sedsala nû tacîdar bike.

DEMOKRATÎKKIRINA KOMARÊ, PÊŞNIYAREKE ÇARESERIYÊ YA DÎROKÎ YE’

Demokratîkkirina komarê, pêşniyareke çareseriyê ya dîrokî ye. Ji bo ku pirsgirêka Kurd bi rêya demokrasiyê bê çareserkirin, HDP amade ye ku her berpirsyariyeke xwe bi cih bîne. Aliyê çêker û muzakerevan a HDP’ê, çareseriya hevpar a hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ye. Armanca me ya esasî, demokratîkkirina komarê ye. Li dijî hegemonyaya faşîzm û mêtingeriyê, dem dema avêtina gava demokrasiyê ya xurt e. Ne pergala talanê ya heyî û ne jî aliyê wê yê hatiye restorekirin nabe dermanê gel. Em qala pergaleke nû ya wisa dikin ku li ser bingeha demokrasî, aştî, edalet û wekheviyê hatiye avakirin û pergaleke demokratîk û wekhev e.

RÊYA SÊYEMÎN

Banga me ji bo tevahiya civakên me ew e ku bên cem me û em li ser bingeha rêgez û armancên hevpar hêzên xwe bikin yek. Werin em bi hev re bimeşin. Em bi hêza ku ji armanc û stratejiya xwe digirin amadekariyên hilbijartinê dikin. Banga me ji bo tevahiya gelên me ev e; werin em li bingeha rêya 3’yemîn a ku HDP’ê vekiriye bibin yek.”