AYM’ê derbarê Tûglûk biryara tedbîrê da: Berdan nîne!

AYM’ê derbarê serlêdana ji bo taloqkirina înfaz û berdana siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk ku nexweşa demansê ye, biryar da ku berdana Tûglûk red bike û biryara tedbîrê bê sepandin.

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî berdan û taloqkirina înfaza siyasetmedara Kurd a nexweşa demansê Aysel Tûglûk ku li Girtîha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandira ya Kocaeliyê tê ragirtin, biryar da ku berdana Tûglûkê bê redkirin û derbarê wê de biryara tedbîrê bê sepandin.