Şebnem Korûr Fîncanci ya ku dîl hatiye girtin, peyam şand

Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci ji girtîgehê peyam şand û got, "Cihêrengî dewlemedniya me ye. Piştevaniya ku di dema girtinê de we nîşan da, neynika vê yekê ye."

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci ji ber gotibû divê êrîşên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê bên lêkolînkirin, di 27’ê Cotmehê de hat girtin. Fîncanci ya ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê rehîn tê ragirtin, peyam şand.

Fîncanci di peyama xwe de ev tişt gotin:

"Hevpîşeyên hêja, hevrêyên hêja, min tam xwe ji bo daxuyaniyek zanistî amade dikir lê dem têr nekir, bila ev jî deynê min be. Ez dizanim ku hûnê têkoşîna me bidomînin. Her çiqas ez ne di nav we de me û ev yek min diêşîne jî lê ez bi dil û can li ba we me.

Hinek pêdiviya min bi bêhnvedanê hebû, hesab bikin ez derketime betlanê. Ez çawa bêhna xwe vedim ez ê dîsa ji bo domandiya têkoşînê tev li we bibim. Cihêrengî dewlemendiya me ye, piştevaniya we ya dema girtina min bûye neynika vê yekê. Bêrawestan bi dostanî û piştevanî em têkoşîna xwe bidomînin."