Êrîşkar Nazan Sancar bi dilê rayedarên dewleta Tirk e

Nazan Sancar a ku li ber avahiya HDP'ê ya Wanê hate rûniştandin û bi êrîşkariya xwe ji bo rayedarên Tirk bû cihê pesindayinê, ji aliyê qeyûm ve li kar hate bicihkirin. Piştre jî kur û bûka wê jî tevlî kadroyên qeyûm hate kirin.

Yek ji wan kesan ku bi destê MÎT û Emniyetê li ber avahiya HDP'ê hate rûniştandin û êrîş birin ser HDP'ê, Nazan Sancar e. Nazan Sancar li Wanê 2 sal in her roja Înê li ber avahiya HDP'ê ya bajêr tê rûniştandin û êrîş dike. Bi pereyê polîsan timî tevlî daxuyaniyên li pêşiya avahiya HDP'ê ya Amedê dibe. Nazan Sancar hefteyê carekê bi Waliyê Wanê û qeyûm re rûdinê. Vê havînê rûniştina li ber avahiya HDP'ê ji xwe re kir kar. Dema ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû serdana Wanê dike, timî pê re digere.

Nazan Sancar ku gelek caran êrîş bir ser avahiya HDP'ê ya bajêr û heqaret kir, beriya sê mehan li şaredariya qeyûm li Serokatiya Daîreya Karê Agahdariyê tevlî kar hate kirin. Sancar piştî kurê xwe her wiha bûka xwe jî tevlî kar kir û bi vî rengî berdêla êrîşkariya xwe ya li ser HDP'ê werdigire. Li şaredariya qeyûm, bûka Nazan Sancar weke 'karmend'ê tevlî kar hate kirin.