Çalakiya HDP’ê ya rûniştinê ya li ber Meclîsa Tirk dawî bû

Wekîlên HDP’ê yên ku ji bo protestokirina operasyonên qirkirina siyasî li ber Meclîsa Tirk çalakî kiribûn bi dawî li çalakiya xwe anîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî operasyona qirkirina siyasî ya di bin navê ‘Lêpirsîna Kobanê’ de tê birêvebirin, çalakiya rûniştinê kirin.

Wekîlên HDP’ê tevlî rûniştina Desteya Giştî ya dema 27’an a qanûna 4’an a salê birêve diçûn nebûn, heta rûniştin bi dawî bû çalakiya xwe domandin. Piştre jî dawî li çalakiya xwe anîn.