KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Êrîşa çekdarî li parlamenterê YNK'ê hate kirin
Parlamenterê YNK'ê yê Parlamenta Herêma Kurdistanê Karwan Gezneyî bû hedefa êrîşeke çekdarî. Hate ragihandin ku di êrîşê de tiştek bi Gezneyî nehatiye, lê wezîfedarekî wî yê ewlekariyê birîndar bûye. -
KODAR: Parastina ziman parastina kerameta mirovahiyê ye
KODAR’ê bi boneya Roja Zimanê Kurdî diyar kir zimanê Kurdî faktorekî mirovî ye ji bo hemû têkoşerên gelê Kurd, bilindkirina zimanê Kurdî û girîngî dayîn, erkekî exlaqî, mirovî û siyasî yê her ferdekî Kurd e. -
Êrîşên dagirkeran dewam dikin, gerîla xwe diparêzin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Gerîla jî ji bo xweparastinê bersivê didin êrîşan. Di encamê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
HPG: Li Mêrdînê 8 dagirker hatin cezakirin
HPG’ê, da xuyakirin ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li hemberî Mêrdînê de ku 8 rojan li ber xwe daye, 8 dagirker hatine cezakirin. -
‘Xelkê Şengalê amadeye ku Serokwezîrê Iraqê Sûdanî pêşwazî bike’
Di daxuyaniya çapemeniyê ya li Şengalê de hat ragihandin ku xelkê Şengalê ji bo pêşwazîkirina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî amade ye. -
Şandeya Fransî serdana Emîne Şenyaşar kir
Şandeya Fransî di roja 782’emîn a Nobeta Edaletê de serdana Emîne Şenyaşar kir. -
Komîteya Zindanê ya PKK’ê ji bo Kirtay peyameke sersaxiyê weşand
Komîteya Zindanê ya PKK'ê ji bo Abdulhalîm Kirtay ê ku piştî hatibû berdan lê piştre şehîd ket peyameke sersaxiyê weşand. -
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam dikin. -
Şehîd Hozan Mizgîn li Mexmûrê hate bîranîn
Navenda Kevana Zêrîn li wargeha penaberan a Mexmûrê Şehîd Hozan Mizgîn di salvegera 31'emîn a şehadeta wê de bi bîr anî. -
‘Parastina civaka mezlûm a Êzidî parastina Îslamê ye’
Mamoste Mele Şîrîn Çetîn bal kişand ser fetwa û fitneyên hinek melayên gefê li civaka Êzidî dike û got: “Armanca fitne û fesadiyê dilê dijminê Kurdan xweşkirine, rewa kirina êrîşan e. Ti têkiliya xwe bi parastina Îslamê re nîne.” -
Li Mexmûrê li dijî tecrîdê meş hat lidarxistin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Rûstem Cûdî, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşiyan. -
Dagirkeran bi obus, tank û çekên giran êrîş kirin
HPG: Di 10 û 11’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê 12 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin. -
‘Em Peymana 9’ê Cotmehê qebûl nakin’
Welatiyên Êzidî û Ereb li Şengalê li dijî Peymana 9’ê Cotmehê meşek girseyî li dar xistin û diyar kirin ku ew peymana 9’ê Cotmehê qebûl nakin. -
Artêşa Tirk li Licê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir
Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya Licê ya Amedê bi dehan wesayitên zirxî û helîkpoteran dest bi êrîşeke berfireh a dagirkeriyê kir. Hate ragihandin ku şerekî giran qewimî ye. -
HPG: 2 dagirker hatin kuştin
HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker dema ku li qada Sîdayê êrîşî çeperên berxwedanê kirine, hêzên gerîla li dagirkeran dane û di şer de 2 dagirker hatine kuştin. -
KCK: PDK û Parastin ji aqûbeta Azîme Arsûn berpirsyar e
KCK'ê têkildarî Azîme Arsûn a nexweşa giran daxuyanî da ku li balafirgeha Hewlêrê hate destgîrkirin û got, "PDK û Parastin ji aqûbeta hevala me Azîme Arsûn berpirsyar e." KCK'ê bang kir, ku radestî dewleta Tirk neyê kirin. -
'Serketina Partiya Çepên Kesk wê sûdeke baş bide Başûrê Kurdistanê'
Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên anî ziman ku serketina Partiya Çepên Kesk serketina aştiyê ye û got: “Bi serketina wê, wê sûdeke baş bide Başûrê Kurdistan û aramiyê pêk bîne.” -
Ji fermandarên HPG'ê Denîz: Em bi mîrateya Hakî Karer li ber xwe didin
Ji fermandarên HPG'ê Cîhan Denîz got, gerîlayên ku niha li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk li ber xwe didin, xwe dispêrin bawerî û mîrateya şoreşê ya Hakî Karer. -
'Serhildanên li Îranê li ser xeta Şîrîn Elemhûlî bi rêxistin bûye'
Ji fermandarên HPJ'ê Sema Kurdistan destnîşan kir ku serhildan û raperîna heyî ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan dewam dike, li ser xeta berxwedanê ya Şîrîn Elemhûlî bi rêxistin bûye û li dijî desthilatdariyê bûye pêlek ji agir. -
Dagirkeran 12 caran êrîş kirin
Artêşa Tirk a dagirker 12 caran êrîşî çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. -
Pêşmergeyê Dêrîn Berwarî: Kesê dengê xwe nede xwe, ne ji eniya Kurdan e
Pêşmergeyê Dêrîn Behzad Berwarî ku li Dihokê ye, bi peyamekê bang li Kurdan kir ku dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û got: “Ji bo azadiya Serok Apo, girtiyan, dayikên şehîdan û şervanên serê çiya dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.” -
Karayilan bang li gelê Riha û Botanê kir
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bang li gelê Riha û Botanê kir, ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de ji bo encameke bi rûmet a neteweyî, hewl bide. -
Karayilan: Gelê Kurd di vê hilbijartinê de divê vîna xwe nîşanî her kesî bide
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan derbarê hilbijartinên 14’ê Gulanê bang li gelê Kurd kir û got “Divê gelê Kurd di vê hilbijartinê de hêza xwe zêdetir bike û vîna xwe nîşanî her kesî bide.” -
Li Şengalê goreke komî hate dîtin
Rêxistina Mafên Mirovan a Patricor ragihand ku goreke komî li Şengalê hatiye dîtin, ku ji dema hovîtiya DAÎŞ'ê ya sala 2014'an maye. -
'Faşîzma AKP-MHP'ê wê bi destê me hilweşe'
Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Hêlîn Umît got, "10 sal in em şerê hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê dimeşînin. Eger wê îro hilweşe, ev yek wê bi destê me be. Kurd, hêzên demokrasiyê, rêya sêyemîn wê faşîzmê hilweşîne."