KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Gel wê têkoşîna Sîncar her tim bimeşîne'
Rîska 'bihurîna demê' li ser dosya Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar heye, ku sala 1993'an ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Hevjîna wî Cîhan Sîncar got, "Dem di ser bibihure jî gel wê bêdeng nemîne û têkoşîna wî dewam bike." -
Federasyona Penaberan a Iraqê, dorpêçkirina Mexmûrê şermezar kir
Federasyona Penaberan a Giştî ya Iraqê, dorpêçkirina Mexmûrê şermezar kir û got: ‘”Mirov bi eşkerehî dibîne ku ji bo xweşkirina dilê hikûmeta Tirk a faşîst, penaber wek navgîneke siyasî tên bikaranîn.” -
Malbata Şenyaşar: Têkoşîn mifteya edaletê ye
Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê dewam dike, kesên li hemberî zilmê bêdeng neman silav kirin û gotin, "Têkoşîn mifteya edaletê ye." -
HPG: Artêşa Tirk a dagirker 133 caran êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê 127 caran bi obus, hawan û tankan, 6 caran jî bi balafirên şer bombe kir. -
Ji Baroya Colemêrgê daxuyaniya têkildarî êşkenceyê
Baroya Colemêrgê têkildarî êşkenceya polîsan a li Geverê daxuyaniyek da û xwest lêpirsîneke xurt bê kirin. -
Li dijî dorpêçê ji her alî ve berxwedan!
Li konê berxwedanê yê li Mexmûrê, li aliyek berxwedan li aliyê din jiyana komînal a ji bo çalakvanan tê kirin. Li kon dayik ji bo çalakvanan rojane bi komînal xwarinê amade dike. -
Dengbêj Xelîl Mehmûd bûye çavkaniya moralê ya berxwedana Mexmûrê
Dengbêj Xelîl Mehmûd bi stran û dengê xwe yê xweş li konê berxwedanê yê Mexmûrê ku li dijî dorpêç, têl û xendekên Iraqê hatiye danîn, bûye çavkaniya hêz û moralê ya gel. -
Artêşa Iraqê çavdaye bîrên avê yên Wargeha Mexmûrê
Xelkê Mexmûrê berxwedana xwe ya li dijî dorpêça li ser wargehê di roja 10’emîn de didomîne. Leşkerên Iraqê hewl dide bîra avê ya wargehê desteser bike û avê li ser wargehê qut bike. -
Li Geverê qirkirina siyasî: Bi lêdanê destgîr kirin
Li Geverê di operasyona qirkirina siyasî de gelek ciwan bi êşkenceyê hatin destgîrkirin. -
Xelkê Mexmûrê berxwedanê didomîne: Iraq hewl dide bîra avê ya wargehê bigire
Xelkê Mexmûrê berxwedana xwe ya li dijî dorpêça li ser wargehê di roja 10’emîn de didomîne. Leşkerên Iraqê hewl dide bîra avê ya wargehê desteser bike û avê li ser wargehê qut bike. -
Doktorê Mexmûrê: Krîzeke cidî ya tibî li herêmê heye
Dr. Mihemed Unver ê li Nexweşxaneya Mexmûrê kar dike got: "Li Mexmûrê krîzeke cidî ya tibî heye. Bi qasî pêwîst ne derman û ne jî amûrên tibî hene. Eger ku rewşeke awarte rû bide, ji ber ambargoya bi salan li ser me, em ê nikaribin bibin bersiv." -
PKK: Gelê Kurd ku yên mîna Leyla Sorxwîn ji nav rabû, wê ti carî têk neçe!
Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir, gel û jinên Kurd ku milîtan hêja û fermandarên gerîla yên mîna Leyla Sorxwîn ji nav rabûne, wê ti carî têk neçin. -
Cerdevanekî li Wanê mala rêveberê DBP’ê gulebaran kir
Cerdevan Zabit Kassap, bi keleşkofê gule bera mala rêveberê DBP'ê yê Wanê Hamdûllah Kûmlî kir. -
Artêşa Iraqê careke din xwest bi leşkerî dor li Mexmûr bigire
Artêşa Iraqê careke din kete nava hewldana ku bi leşkerî dor li Kampa Penaberan a Mexmûrê bigire. -
KJK: Bersiva herî rast a li dijî qirkeran, dewamkirina berxwedana Leylayan e!
Koordînasyona KJK'ê: Dewamkirina kevneşopiya berxwedanê ya Leylayan, wergirtina vê meşaleyê ku wan bi eşqê hilda bûn, gihandina li siberojê wê bibe bersiva herî rast a li dijî rejîmên qirker. -
Xelkê Mexmûr: Çi dibe bila bibe em dorpêç qebûl nakin
Şêniyên Mexmûrê yên li ber artêşa Iraqê sekinîn û rê nadin Mexmûrê dorpêç bikin, anîn ziman ku ev li ser fermana Erdogan pêk tê, çi dibe bila bibe ew ê qebûl nekin dor li wan bê pêçandin. -
Hejmara dawî ya Kovara Ciwanên Şoreşger derket
Kovara Ciwanên Şoreşger a meha Gulan û Hezîranê bi dirûşmeya “Cenga Azadiyê Serbixin” derket. -
Gelalî yê YNK’î: PDK dixwaze Mexmûrê vala bike
Alîkarê Berpirsê Malbendî YNK a Qereçox Reşad Gelalî diyar kir PDK’ê destpêkê xwest Mexmûrê kontrol bike, piştî nekarî vê bike, bi hevkariya Tirkiyeyê û beşek hêzên Iraqê xwest kampê vala bike, yan teslîmî Tirkiye bike. -
Hêzên Iraqê bi zora leşkerî dixwazin dorê li Mexmûrê dorpêç bike
Hêzên Iraqê vê carê bi hêzek mezin ketin nava liv û tevgerê û dixwazin derdora wargehê kuleyan danin. Penaberên Mexmûrê ber xwe didin. -
Artêşa Iraqê ji bo dorpêçkirina Mexmûrê cardin kete nava tevgerê
Leşkerên artêşa Iraqê ji bo dorpêçkirina Mexmûrê cardin ketin nava tevgerê. Xelkê Mexmûrê li dijî dorpêçê li ber xwe dide. -
Destûr nehate dayîn ku heyeta Îtalyan biçe Mexmûrê
Iraqê destûr neda ku heyeta Îtalyan biçe serdana Kampa Mexmûrê. -
Salar Mehmûd: Hişmendiya sedsalî ya Lozanê niha jî didome
Endamê KNK’ê Salar Mehmûd ku li ser sedsaliya Lozanê semînerek da, diyar kir ku hişmendiya ku Tirkiyeyê sed sal berê li ser Kurdan dikir, niha jî didome û got “Kurd dibe ku wê demê zeîf bin lê îro derfetê wê heye ku Kurd vê sedsalê bike sedsala xwe.” -
YPS-YPS JIN: Hevrê Zeryan li pey xwe mîrateyek mezin a berxwedanê hişt
Koordînasyona YPS-YPS JIN’ê di 7’emîn salvegera şehadeta fermandar Zeryan Denîz de ew bi rêzdarî bibîr anî û got, "Hevrê Zeryan bi sekna xwe ya fedaî ya Apoyî, mîrateyek mezin a berxwedanê heta roja me hişt." -
Berxwedana Mexmûrê 8 roj in didome
Xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê 8 roj in bê navber li dijî hemû êrîş û hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirinê li ber xwe didin. -
AKP şaredariyên qeyyûm ji bo hilbijartinê bi kar tîne
4 qeyûm û waliyên ku di sala 2016'an de li ser şaredariyên HDP'ê hatin wezîfedarkirin, Wan veguherandin qada rantê. Şaredariya Wanê bi milyonan lîre deyndar bû û nelirêtî di raporan de jî derket holê.