KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Evîn Goyî ber bi Şehîdgeha Qendîlê ve hate şandin -NÛ BÛ
Cenazeyê endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) ku 23'ê Kanûnê li paytexta Fransa Parîsê di encama êrîşekê de şehîd bû, ji Parîsê ber bi Silêmaniyeyê, ji wir jî ber bi Şehîdgeha Qendîlê ve hate şandin. -
Di lêpirsîna leşkerên Tirk ên tecawizkar de biryara veşarî
Li Seravê 2 leşker bi hinceta ku dest dirêjî penabera afxan a bi navê L.M.'yê kirine, hatin girtin. Hat hînkirin ku Serdozgeriya Komarê ya Seravê biryara veşarî daniye ser lêpirsînê. -
Menal Mêrdîn li Şengalê hate qetilkirin
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku di roja 2’ê Çileyê de li Tilezêra Şengalê, rewşenbîr û şoreşger Menal Mêrdîn hatiye qetilkirin. -
Şehîdên Silopiyayê li Mexmûrê hatin bîranîn
Li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, 3 siyasetmedarên jin ên ku li Silopiyayê hatin qetilkirin, hatin bîranîn. -
Li Çemçoyê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin
Di çalakiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de ya li qada Çemço ya Zapê, leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin. -
Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bênavber dewam dikin
Xwepêşandanên şermezarkirinê li gel êrişên dewleta Îranê jî li dehan bajaran dewam dikin. -
Malbata Şenyaşar: Kujer parlamenterê AKP’ê ye
Ferît Şenyaşar ku 667 roj in Nobeta Edaletê didomîne got, “Kujer parlamenterê partiya desthilatê ye. Dozger peywira xwe pêk naynin.” -
HPG'ê fermandar Denîz Pîr bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê Saît Ergul (Denîz Pîr) bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em ê bi rengekî rast xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Denîz derkevin û wezîfeya şoreşê ya ku radestî me kiriye, teqez bi cih bînin." -
Li Wanê navê hakimekî AKP’yî dan parkekê
Navê Hakim Erhan Çavûşoglû ê ku 4 salan li Wanê xebitî û navê wî gelek caran bi gendeliyê re hat rojevê, ji aliyê qeyûm ve li parkekê hate kirin. -
Demîr: Civak rageş û bi fikar e
Parêzer Cemal Demîr anî ziman ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikaran zêde dike û got, "Civak tengezar bûye. Dixwaze tavilê agahiyê werbigire." -
'Têkoşîna hevpar a gelan çareseriya krîzan e'
Hevserokê KODAR'ê Fûat Bêrîtan bal kişand ser raperîna li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û got, "Yekane rêya azadî û wekheviyê, têkoşîna hevpar a gelan e. Bi têkoşîna hevpar a gelan, krîz dikarin bêne çareserkirin." -
Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya li dijî tecrîdê di roja 24’emîn de ye
Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja xwe ya 24’emîn de didome. -
HPG: Sûcên şer ên dewleta Tirk dewam dikin
Artêşa Tirk a dagirker, li herêma Çemçoyê 13 caran bi çekên kîmyewî bombe li qadên berxwedanê yên gerîla barand. -
Serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' 110 roj in dewam dike
Dewleta Îranê bi her rêbazê hewl dide serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' bitepisîne, lê serhildan bênavber dewam dike. Li gorî parêzvanên mafên mirovan, ji 16’ê Îlonê û vir ve herî kêm 516 kes hatine qetilkirin. -
Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn bêedaletî ye
Malbata Şenyaşar, ku ji 2018’an ve ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin di Nodeta Edalatê de ye, diyar kir ku her çiqas rojev aborî jî be pirsgirêka bingehîn bêedaletî ye. -
Mûsa Qasim: Li dijî pergala tecrîdê pêwîstî bi têkoşînek hevpar heye
Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Mûsa Qasim, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Divê tevahî mirovên aştî û azadîxwaz û bi taybetî gelê Kurd li dijî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bibe yek û rabin ser piyan.” -
Desteya Rêveber a Şengalê: Ji bo Şengaleke azad û xweser, têkoşîna me wê dewam bike
Desteya Rêveber a Şengalê di sala nû de li hev civiya û destnîşan kir, ku kar û plansaziya ji bo sala nû nirxand. Desteyê destnîşan kir ku ji bo Şengaleke xweser û azad wê têkoşîna wan dewam bike. -
HPG: 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li qada Çemço ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên giran çalakiyek kirin. Di encamê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 665'an de ye
Malbata Şenyaşar bi daxwaza edaletê ya ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin, 665 roj in nobeda edaletê digire. -
Hêzên Îranê li Ciwanro 6 ciwanên Kurd revandin
Li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê, piştî merasîma cenaze, 6 ciwan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin revandin û destgîrkirin. Li bajêr heta dawiya şevê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. -
Amed Şaho: Nabe ku dewlet bi îradeya azad a gelan bilîze
Endamê Meclîsa PJAK’ê Amed Şaho: Her şîddeta dewletê tê wateya ku bi îradeya gelan dilîzin, ev jî dibe sedem ku xwepêşandan zêdetir bibin. Bi vê re gel zêdetir azadiyê dixwaze. -
NPG'ê bîlançoya şer a sala 2022'an eşkere kir
NPG'ê bîlançoya şer a sala 2022'an eşkere kir. Li gorî vê yekê, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 3034 çalakî kirin, 2942 dagirker ceza kirin. Dagirkeran jî 3280 carî bi çekên kîmyewî û qedexekirî êrîş kirin. 301 gerîla şehîd ketin. -
Li Mêrdînê qeza: 6 mirî, 5 birîndar
Li navçeya Mehsert a Mêrdînê, wesayitek wergeriya. Di qezayê de 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn. -
'Girtîgeha li Amedê divê bibe muzeya şermê'
Hevserokê Komeleya 78'an Şaxê Amedê Huseyîn Bariş û Hevseroka Odeya Mîmaran a Amedê Selma Aslan gotin, divê Girtîgeha bi Hejmara 5'an a Amedê bibe muzeya şermê. -
Dewleta Tirk li derdora Kanî Masiyê bombebaran kir
Dewleta Tirk Geliyê Bazêyan ku nêzî cih û warê şêniyên Kanî Masî ye, bombe kir.