Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir

Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir. Nêşte salên dûr û dirêj ji bo wêje û zimanê Kurdî kar kiribû.

Mehmûd Nêşite (Mahmût Yuruk) demeke dirêj ji ber nexweşiya dil û gurçikê li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê dihate dermankirin.

Nivîskar Nêşite êvara 8'ê Mijdarê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Nêşitre li goristana Yenîkoy a navçeya Baglarê hate veşartin.

Ji bo malbata Mehmûd Nêşitre li Mala Şînê ya Mizgefta Bedîûzzeman a li navçeya Peyasê serdanên sersaxiyê tê kirin.

Nêşite sala 1945'an li gundê Xosor ê navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû. Demeke dirêj di nava HADEP'ê de karên siyasî kir. Di demên cuda de karên sendîkayî meşand.

Nêşite ku sala 1963'an bû mamoste, piştî ku li gelek bajaran mamostetî kir sala 1994'an teqawît bû. Nêşite ku bi zaravayê Kirmanckî yê Kurdî ders da û di nava Koma Vate de bû, bi Kurdî çîrok û gotar dinivîsand.