Li Hevşaredara Bajarê Nû ya Amedê 6 sal cezayê girtîgehê hate birîn

Li Hevşaredara Bajarê Nû ya Amedê Belgîn Dîken a ku peywira wê hatibû desteserkirin, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Di doza Hevşaredara Bajarê Nû ya Amedê Belgîn Dîken de ya ku peywira wê hatibû desteserkirin, biryar hate dayîn. Dozger bi daxwaza cezabirînê mutaalaya xwe domand.

Heyeta dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Belgîn Dîken birî. Dadgehê biryar da ku ku bila kontrola tevdîra edlî ya derbarê Dîken bidome.