Li Geverê berê êşkence li gundiyekî kirin û piştre ew girtin

Li Geverê hêzên dewletea Tirk di serdegirtina gundan de berê êşkence li kesekî kirin û piştre ew girtin.

Hêzên dewleta Tirk ji 18’ê Îlonê ve li gundên Memkava, Dara, Kapor û Nêbarê yê Gevera Colermêrgê terorê dike.

Polîsan girtin ser gundê Dara û gundiyê bi naê Esat Çakmak destgîr kiribû.

Hate diyarkirin piştî ku Esat Çakmak hatiye destgîrkirin, di 3 rojên nezaretê de êşkence lê hatiye kirin.

Roja Çarşemê piştî îfadeya wî ya li emniyetê Hakîmtiya Cezayê Sulhê ya Geverê bi îddîaya ‘Endamê rêxistinê ye’ ew girt.