Li dijî Qereqola Oncupinarê çalakî hat lidarxistin: Gelek leşker hatin kuştin
Li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên berpêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî Qereqola Oncupinar a li Kilîsê çalakî hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên berpêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî qereqola sînor a li navçeya Oncupinar a li hemberê baregeha Dabik a li herêma Mareyê, çalakî hat lidarxistin.
Hat diyarkirin ku gelek leşkerên Tirk hatine kuştin û birîndar bûne.
Di derbarê çalakiyê de hêj daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.