Hêzên PDK’ê dora zanîngehan girt

Li Başûrê Kurdistanê xwendekaran ji ber ku nikarin bûrsên xwe bistînin dest bi çalakiyan kiribûn. Çalakiyên xwendekaran ên protestokirinê didome. Li Hewlêrê jî hêzên girêdayî PDK’ê dora zanîngehan û deriyên zanîngehan girtin.

Li Başûrê Kurdistanê ji dawiya hefteyê ve çalakiyên xwendekaran didome.

Xwendekar ji ber ku nikarin bûrsê xwe bistînin, dest bi çalakiyên protestoyê kiribû. Çalakiyên xwendekaran di 23’ê Mijdarê de zêdetir bû. Li gelek deran bi tundî êrişî xwendekaran hate kirin. Roja Sêşemê li Silêmaniyê bi deh hezaran kes tevlî çalakiya protestokirinê bûbû.

Xwendekarên li zanîngehên Hewlêrê dixwînin îro xwestin dîsa dakevin qadan.

Hêzên asayîşa PDK’ê tevî wesayîtên zirxî dora zanîngehan û deriyên wan girtin.

Hêzên asayîşê destûrê nadin ku xwendekar ji kampusan derkevin derve.

Roja Sêşemê jî rêya 100 metre ya Hewlêrê ji trafîkê re hatibû girtin.