Hêzên Îranê herêma Bîradostê bombebaran dikin

Hate diyarkirin ku hêzên girêdayî rejîma Îranê herêma Biradost a Herêma Federal a Kurdistanê bombebaran kirin.

Ji beriya çend kêliyan hêzên rejîma Îranê bi awayek dijwar dest bi topbarankirina devera Berbizin, Gurasay, gundê Ketîne û gundê Binperêz ên li herêma Biradost a girêdayî navçeya Soran a bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê kiriye.

Li gor agahiyên nûçeya Rojnews’ê heta niha jî topbarana li herêmê dewam dike.