Gerîla TV dîmenê çalakiyeke din a sûîqestê weşand

Dîmenê çalakiya sûîqestê ya gerîlayên azadiyê ku 23’ê Tebaxê li hemberî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî lidarxistibûn û têde dagirkerek hatibû cezakirin, ji aliyê Gerîla TV ve hat weşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihandibû ku 23’ê Tebaxê di saet 21:50’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên wan ên bi tevger bi taktîka sûîqastê li dagirkeran xistibûn.

Di vê çalakiyê de dagirkerek hatibû cezakirin. Dîmenê vê çalakiyê ji aliyê Gerîla TV ve hat weşandin.