Şêniyên Silêmaniyeyê wê li dijî dewleta Tirk bimeşin

Şêniyên Silêmaniyeyê wê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê dakevin qadan û bimeşin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyyaê li çar aliyên cîhanê Kurd tevî dostên xwe dadikevin qadan û nerazîbûnê nîşan didin.

Li Silêmaniyeyê wê bi dema herêmî saet di 15:30'î de bi vê armancê meşeke girseyî bê lidarxistin.

Meş wê ji Parka Azadî destpê bike û bi pêşengiya Tevgera Azadî û Înîsiyatîfa Gel pêk were.