KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Erdheja li Bakurê Kurdistanê: Bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan
Ji ber erdheja bi dijwariya 7.8 pileyî ya li Bakurê Kurdistanê, ku li Mereşê rû da, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî di binê xirbeyê avahiyan de mane. -
Xelkê Silêmanî ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê seferber bûye
Xelkê Silêmanî ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistan û Tirkiyeyê seferber bûye. Ji heft salî heta heftê salî alîkarî ji bo mexdûran dişîne. -
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê: Em gelê xwe ji bextê dijmin re nehêlin
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê got, "Em gelê xwe ji bextê dijmin re nehêlin" û ji bo mexdûrên erdhejê banga xurtkirina piştevaniyê kir. -
Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi komek nû dewam dike
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hefteyek li pey xwe hişt. Çalakî bi komeke nû dewam dike. -
Bîlanço giran dibe: 3 hezar û 381 kesî jiyana xwe ji dest dan
Bîlançoya erdheja li Bakurê Kurdistanê kêlî bi kêlî giran dibe. Li gorî daneyên dawî yên AFAD'ê 3 hezar û 381 kesî jiyana xwe ji dest dan. -
Dahat û dewlemendiya Başûrê Kurdistanê li civakê venagere
Başûrê Kurdistanê ya bi dahat û dewlemendiya xwe ya sererd û binerd navdar e, şêniyên wê sûdê jê nagire û civak her diçe hejar dibe, nikare xwe xwedî bike. Ji ber bê xizmetî û piştguhkirina civakê rewşa gel perîşan e. -
Li Bakurê Kurdistanê felaketa erdhejê
Bajarên Bakurê Kurdistanê doh bi du erdhejên bi dijwariya 7.8 û 7.7 pileyî hejiyan. Bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes hîn jî di binê xirbeyan de mane. -
Kêlî bi kêlî dane digihêje maseya krîzê ya li Amedê
Bi navê maseya krîzê ya ku Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajarê Amedê ava kiriye Samet Ûcaman axivî û li ser karên maseyê agahî da. -
Ji ber erdhejê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan -BLOGA ZINDÎ
Li bajarên Mereş û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê bi dijwariya 7.8 pileyî erd hejiya. Ji ber erdhejê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes hînê di binê xirbeyê avahiyan de ne. -
HPG: 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiya hêzên gerîla de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
KNK'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga seferberiyê kir
Konseya Rêveber a KNK'ê ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê banga seferberiyê ji bo alîkariyê kir. -
Aydenîz: Me meşa xwe ya Îmraliyê taloq kir
Seroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku wan meşa xwe ya li dijî tecrîdê taloq kiriye, şandeyên wan diçin herêmên erdhej lê çêbûne. -
Daxuyaniya KCK'ê ya li ser erdhejê: Bila her kes derfetên xwe seferber bike
KCK: Di serî de gelê Bakurê Kurdistanê divê her kes bi ruhekî mezin ê piştevaniyê tevbigere û derfetên xwe hemûyan seferber bike. Gelê me, bêyî ku li benda dewletê bisekine, li her derê divê derfetên xwe bikar bîne û birîna xwe bi xwe bipêçe. -
Atabay: Otoasîmîlasyon metirsiyeke mezin e
Serokê Şaxê Wanê yê Egîtîm-Senê Mûrat Arabay got, asîmîlasyon polîtîkayeke dewletê ya bi zanebûn û bi salan jî be otoasîmîlasyon metirsiyeke mezin e. -
Rêya hezar û 385 gundan hate girtin
Ji ber barîna berfa zêde ya li bajarên Serhedê, herî kêm rêyên hezar û 385 gundan hatin girtin. -
YBŞ: Sîxur li ku dibin bila bibin, wê hesab ji wan bê xwestin
YBŞ'ê li ser 'Operasyona Tolhildanê' ya li dijî sîxuran daxuyanî da û diyar kir ku armanc ji tevna sîxuriyê têkbirina nirxên civakê ye. YBŞ'ê destnîşan kir ku sîxur û noker li ku dibin bila bibin, wê teqez hesab ji wan bê xwestin. -
Li Kampa Çemişko şewat: 2 zarokên Şengalî jiyana xwe ji dest dan
Li Kampa Çemişko ya li Zaxoyê ku bi giranî Şengalî lê dimînin, agir bi 4 konan ket. 2 zarokan Şîa yên Şengalî jiyana xwe ji dest dan. -
HPG: 7 gerîla şehîd bûn, 5 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Girê Hakkarî 5 dagirker hatin cezakirin, 4 mobesse, 4 çeper, çekek A4, çekek B7 û çekek bombeavêj hatin îmhakirin. 7 gerîla jî şehîd bûn. -
NPG: Hevalê Çello welatparêzekî mînak bû
Fermandariya Biryargeha NPG'ê Çello bi rêzdarî bi bîr anî ku bi sekna xwe ya welatparêziyê, fedakarî, wêrekî û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û tevgera azadiyê re ji gelek mirovan re bû mînak. -
Mexmûriyan serdana şîna Soro Gabar kir
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo gerîlayê HPG’ê Soro Gabar konê sersaxiyê hate danîn. Şêniyan serdana kon kirin û soza şopandina rêya şehîdan dubare kirin. -
HPG'ê nasnameya şehîdên Bestayê eşkere kir
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên jin ên li Bestayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hêzên me yên YJA Starê yên fedaî û pêşeng ku bi rengekî destanî li ber xwe dan, bûn rûpakiya jin ên azad û gelê Kurdistanê." -
Yekîneyên Tolhildanê li Amedê nokerek ceza kir
Yekîneyên Tolhildanê yên Mehmet Akar ên Bazên Metropolan ragihand ku şeva borî li Amedê kesekî ku ji dewleta Tirk re dixebitî, ceza kirine. -
'Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê mezin bikin û bi ser bikevin'
Gerîlayên HPG û YJA Starê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, ji bo têkbirina komployê wê li ber xwe bidin. -
Şehîd Soro Gabar li Mexmûrê hate bibîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekî Gerîlayê HPG’ê Soro Gabar (Vedat Otun) hate bibîranîn -
Komîteya Azadî ji bo Ocalan a Başûr: Bi girseyî tevlî çalakiyan bibin
Komîteya Azadî ji bo Ocalan a Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li hemû gelê Başûr, kesên azadîxwaz kir ku bi girseyî tevlî çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bibin.