Qetilkirina Jîna Emînî li Rotterdamê hate protestokirin

Qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve, li bajarê Rotterdam ê Hollandayê bi çalakiyên hevpar ên ku Komala, PJAK û TJK-E’yê li dar xist hate protestokirin.

Di çalakiya li ber îstasyona navenda Rotterdamê hat lidarxistin de, qetilkirina Jîna Emînî hate şermezarkirin. Her wiha çalakvanan piştgirî dan çalakiyên protestoyî yên li Îranê.

Çalakvana gelek belavok belav kirin û pankarta ku rejîma Îranê şermezar dike, hilgirtin.