EWROPA
Hemû Nûçe
-
TJK-E û KCDK-E’yê banga tevlêbûna merasîma bibîranîn û birêkirinê ya Şehîdên Parîsê kirin
TJK-E û KCDK-E’yê banga tevlêbûna ji bo merasîma ku wê 3’ê Çileyê 2023’an li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil wê bê lidarxistin, kir. -
Qetlîama Parîsê li Reîmsê hat protestokirin
Ji bo şermezarkirina Qetlîama Parîsê û bibîranîna şehîdan meşek li Reîmsê hat lidarxistin. -
Hêrsa Kurdên li Marsîlyayê ya li dijî Komkujiya Parîsê
Kurdên li Marsîlyayê daketin qadan, ji rêveberiya Fransayê xwestin ku sûcdarên rastîn derbixe holê û hesab ji wan bipirse. -
Li Bernê mîtînga ‘Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin‘ hat lidarxistin
Kurdên li Kantona Bernê ya Swîsreyê dijîn bi dirûşmeya “Bila Komkujiya Parîsê bê ronîkirin“ mîtîng li dar xistin. -
Banga li hikûmeta Swêdê: Dawî li dersînorkirinê bîne, mafên Kurdan biparêze!
Komîserê Mafên Mirovan ê berê yê Konseya Ewropayê Thomas Hammarberg jî di nav de gelek rewşenbîr û dîplomatan bang li hikûmeta Swêdê kirin ku tavilê dawî li dersînorkirinê bîne û mafên mirovan ên Kurdan ewle bike. -
TKP-ML: Berpirsê qetlîama Parîsê dewleta Tirk a faşîst e!
Komîteya Ewropa ya Partiya Komunîst a Marksîst-Lenînîst (TKP-ML) diyar kir ku li pişt qetlîama li Parîsê dewleta Tirk heye. -
Akdogan: Gelê me wê di asta herî bilind de xwedî li şehîdan derkeve
Hevseroka CDK-F'yê Xane Akdogan diyar kir, ku piştî cenazeyên şehîdan wergirtin wê bi merasîmekê ber bi welêt ve bişînin û got, "Şehîd nirxên me ne. Gelê me wê di asta herî bilind de xwedî li nirxên xwe derkeve." -
Hikumeta nû ya Îtalya keleman datîne ber karê rizgarkirina koçberan
Hikûmeta Melonî qanûnên tund li ser keştiyên ku koçeberan ji mirinê rizgar dikin, danî. Kaptanên keştiyan ku li gorî qanûnan tevnegerin, wê heta 50 hezar euroyan bêne cezakirin. -
Kurd daxwaza edaletê ji bo Şehîdên Parîse dikin - HATE NÛKIRIN - I
Qetilkirina sê aktîvîstên Kurd li Parîsa paytexta Fransayê, bi lidarxistina çalakiyan li gelek bajarên Ewropayê, careke din hat protestokirin û daxwaza edaletê hat kirin. -
Serdanên bo Nobeta Edaletê berdewam in
Serdanên bi girseyî ji bo Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya ku komkujî lê pêk hat berdewam dikin. Di serdanê de hate diyarkirin ku êrîş komkujiyeke siyasî ye û bang li dewleta Fransayê kirin ku "Komkujiyê ronî bikin." -
Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî serî li CPT’yê da: Divê dawî li tecrîdê bê
Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî, bang li Tirkiyeyê kir ku bi pêşniyazên CPT’yê bike û dawî li tecrîda neyasayî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din bîne. -
Partiyên çepgir ên Fransî ji bo Kurdan daxwaza edalet û parastinê kir
Li Fransayê bi sedan kes û gelek rêveberên partiyên çepgir jî di nav de, di rojnameya Le Monde de bangewaziya edaletê û parastina Kurdan kir. -
Açan: Em ê dinyayê li çeteyên Erdogan-Soylû-Akar teng bikin
Nivîskar û edîtorê Alinteriyê Selîm Açan diyar kir ku Qetlîama Parîsê bi plan hatiye kirin û tiliya dewleta Tirk tê de heye û got: “Em ê hesabê qetlîamê ji çeteyên Erdogan-Soylû-Akar bixwazin.“ -
Hunermendên Kurd li ber Wezareta Çande ya Fransayê çalakî li dar xist
Hunermendên Kurd piştî qetilkirina sê aktîvîstên Kurd li Parîsa paytexta Fransayê, ji bo derxistina holê ya rastiyan û edaletê, li ber Wezareta Çandê ya Fransayê çalakî li dar xist. -
Li Lîlleyê êrîşa nîjadperest: Ji ber guhdarîkirina stranên bi Kurdî êrîşî min kir
Li bajarê Lîlleyê yê Fransayê ji ber guhdarîkirina stranên bi Kurdî nijadperestekî Tirk êrîşî ciwanê bi navê Avşîn Zikrî kiribû. Zikrî got “Ez bi meqesê ji 5 cihan birîndar bûm.” -
Serdana ji bo Nobeda Edaletê ya li Parîsê dewam dike
Nobeda Edaletê ya li dijî komkujiya li Parîsê hate destpêkirin, dewam dike. Gelek kes û nûnerên saziyan serdana nobedê kirin. -
Kujerê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
Kujerê komkujiya 23'ê Kanûnê ya li Parîsê William M. xistin hucreyê. -
Li Hîldesheîmê bîranîna şehîdan
Şehîdên Komkujiya Parîsê, li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê hatin bibîranîn. -
Serdana Tevgera Azadî li Ewropayê
Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên li Ewropayê serdana gelek sazî û rêxistinan kir û bal kişand ser girîngiya avakirina tevneke hevpar a têkiliya navbera gelan. -
Nobeda Azadiyê bi endamên tevgera ciwanan dewam dike
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, ku saziyên Ewropayê lê ne, Nobeda 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di hefteya 549'an de ji aliyê aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve tê meşandin. -
Çalakiyên protestokirina Qetlîama Parîsê berdewam in - HATE NÛKIRIN
Li Bordeaûx, Heîlbronn, Stockholm û Marsîlyayê Qetlîama Parîsê ya ku sê aktîvîstên Kurd hatin qetilkirin hat protestokirin. -
Sendîkaya Fransî CGT: Em piştevanê gelê Kurd in
Sendîkaya Kar a Giştî (CGT) ya ku li Fransayê bi sedhezaran endamên wê hene, diyar kir ku ew piştevanê Kurdan e û xwest ku Qetlîama 23’yê Kanûnê wek “êrîşa terorî“ bê pênasekirin û sira dewletê ji ser Qetlîama 9’ê Çileyê 2013’yan rabibe. -
Li ber Balyozxaneya Tirk a li Amsterdamê çalakiya protestoyî
Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê ya 2’emîn li ber Balyozxaneya Tirk a li Amsterdamê çalakî hat lidarxistin. -
Çalakiya edaletê li nêzê Wezareta Edaletê ya Fransayê hat lidarxistin
Ji bo derketina holê ya rastiya Komkujiya Parîsê ya 2’yemîn û dirustkirina edaletê, li nêzê Wezareta Edaletê çalakiyek hat lidarxistin. -
Derbarê çekên kîmyewî bi hikumeta Arjantînê re civînek hate kirin
Derbarê êrîşên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li ser gerîlayan dike û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Wezareta Karê Derve ya Arjantînê re hevdîtinek hate kirin.