EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ji bo azadiya Zeynep Celaliyan li Stockholmê çalakî hat lidarxistin
Li Stockholmê bi pêşengiya rêxistin û saziyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiya aktîvîsta jin a Kurd Zeynep Celaliyan a li Îranê girtî ye çalakiyek hat lidarxistin. -
Li Atîna û Lîmasolê meşa li dijî êrîşên kîmyewî hat lidarxistin - HATE NÛKIRIN
Ciwanên TCŞ’ê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk, bi meşa meşaleyî protesto kir. -
Wekîlê Fransî Guiraud: Parastina Kurdan divê karê sereke be
Wekîlê çepgir ê herêma Roubaix a Fransayê David Guiraud bal kişand ser êrîşa nijadperestekî Tirk a li ser Kurdekî kûafor û diyar kir ku parastina Kurdan divê teqez karê sereke be. -
Melenchon: Ev êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan e!
Namzetê berê yê Serokkomariya Fransayê Jean-Luc Melenchon diyar kir ku komkujiya Parîsê ya 23'ê Kanûnê ne tenê meseleya Kurdan e û xwest, dozgeriya antî-terorê dest deyne ser bûyerê. -
Skoçya bi biryar e ku 2023'an bike 'sala serxwebûnê'
Li gel biryara dadgeha bilind a li Londonê ya ji bo astengkirina referandûmeke nû, hikumeta Skoç a bi serokwezîrtiya Nicola Sturgeon dixwaze ku di sala 2023'an de referandûma serxwebûnê pêk bîne. -
Li Grazê Egîd Qoser û Şehîdên Parîsê hatin bîranîn
Egîd Qoser û Şehîdên Parîsê, li Grazê bi merasîmekê hatin bîranîn. -
Komkujiya Parîsê li bajarên Fransayê hat protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li bajarên Rennes, Lorîent û Montpellîerê hatin ba hev û li dijî Komkujiya Parîsê ya 2’emîn çalakî li dar xistin. -
Faîlê Komkujiya Parîsê hat girtin
Dozgeriya Parîsê bi hinceta tenduristiya derûniyê, biryara destgîrkirinê ya derbarê kujer Wîllîam M. rakiribû. Kujer Wîllîam bi sûcê “hedefgirtina nijadekê, kuştina bi saîqên nijadperestî, hewldana ji bo kuştinê û peydakirina çeka bêruxset" hat girtin. -
Bahtiyar Amed li Bernê hat bîranîn
Bahtiyar Amed ê di Berxwedana Rêveberiya Xweser a 2015’an de şehîd bû, bi tevlêbûna malbata wî jî bi merasîmekê hat bîranîn. -
Komkujiya Parîsê li Helsînkiyê hat protestokirin, li Viyanayê bîranîn
Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn, hat protestokirin. Li Viyanayê şehîdên Parîsê hatin bîranîn. -
Komkujiya Parîsê ya 2’emîn, li Hambûrgê hat protestokirin
Bi hezaran kesan li Hambûrgê Komkujiya Parîsê protesto kirin û ev peyam dan: “Em ê li pey şopa Evînan bimeşin û hesab bipirsin.” -
Bi hezaran kes ji bo protestokirina qetlîama Parîsê dimeşin
Li Parîsê bi hezaran kes ji bo protestokirina qetilkirina 3 Kurdan dimeşin. -
Qurbaniyên komkujiyên Kanûnê li Torontoyê hatin bîranîn
Kesên ku di komkujiyên Roboskî, Mereş û 19'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan, li Torontoyê hatin bîranîn. -
Li Lîlleyê Kurdek ji ber stran guhdarî kiriye hate kêrkirin
Li Lîllê ciwanekî ji Hewlerê bi hinceta ku muzîka Kurdî guhdarî dike rastî êrîşa faşîstên Tirk hat. Rayedarê NCDK'ê hişyarî da û got, "Neyên provokasyonên ku bi zanebûn ji aliyê faşîstên Tirk ve tên pêşxistin." -
Şehîdên Parîsê li Lyonê bi meşekê hatin bîranîn
Ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê û bîranîna şehîdan, li Lyonê meşek hate lidarxistin. -
CDK-F'yê ji bo meşa bîranîna 'sê nemiran' bang kir
Ji bo bîranîna hersê aktîvîstên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin û şermezarkirina komkujiyên li dijî Kurdan wê îro li Parîsê meşek bê lidarxistin. CDK-F'yê ji bo meşê banga tevlîbûnê kir. -
Li Londonê bi hezaran kartpostalên 'Abdullah Ocalan' ji malan re hatin şandin
Ji bo işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin, li paytext Londonê kartpostalên Noel û sala nû ji hezaran malan re hatin şandin. -
Komkujiya Parîsê li Kopenhagê hat protestokirin: Em pir bi hêrs in
Kurdistaniyên li Kopenhagê diyar kirin ku veşartina berpirsyarên komkujiya 9’ê Çileyê, rê li ber komkujiya nû ya li dijî Kurdan vekir û gotin: “Lewma em pir bi hêrs in.” -
Roja Duşemê li Parîsê wê meş bê lidarxistin
Kurdên li Parîsê, wê roja Duşemê ji ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku komkujiya 23’ê Kanûnê lê qewimî, heta Navenda Enformasyonê ya Kurdistan ku komkujiya 9’ê Çileyê lê qewimî bû, bimeşin. -
Komkujiya Parîsê li Avîgnonê hat protestokirin
Kurdistaniyên li Avîgnonê dijîn, bi meşek a protestoyî xwestin ku rolê dewleta Tirk ê di komkujiya li Parîsê de, bê lêkolînkirin. -
Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat destgîrkirin
Êrîşkarê ku li paytexta Fransa Parîsê sê aktîvîstên Kurd qetil kir, dîsa hat destgîrkirin. -
Li Lavrîoyê li dijî tecrîd û Komkujiya Parîsê meş hat lidarxistin
Bi pêşengiya TCŞ û TêkoJIN’ê Kurdistanî û dostên wan li Atîna/Lavrîoyê hatin ba hev û tecrîd û Komkujiya Parîsê şermezar kirin. -
Şehîdên Parîsê li Lûzernê hatin bibîranîn
Sê aktîvîstên di Qetlîama Parîsê de şehîd bûn, li Lûzernê hatin bibîranîn. -
Gerîlaya YJA Star’ê Stêra Ararat li Zurîhê hat bibîranîn
Ji bo şehîda Pêngava Bazên Zagrosê Stêra Araratê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê merasîma bibîranînê hat lidarxistin. -
Komkujiya Parîsê li Lefkoşayê hat protestokirin
Kurdistaniyên ku ji bajarên Qibrisê ber bi Lefkoşayê ve herikîn, piştî meşê çelenga reş danîn ber Balyozxaneya Fransayê û gotin ku ew ê hesabê ji dewleta Fransayê ku hewl dide komkujiyê binixumîne, bi pirsin.