Xoşnav Ata 2 meh in li pêşiya OPCW’ê çalakiyê dike

Xoşnav Ata yê ku biraziyê wî Gulperîn Ata û Mihrîban Ata di êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de hatibû qetilkirin, 2 meh in li pêşiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê di çalakiyê de ye.

Çalakiya Xoşnav Ata di roja 53’an de didome. Nûnerên gelek partî û saziyên Kurd çûn serdana Ata.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Nûnerê YNK’ê Şêx Şemal, Hevserokê FEDA’yê Demîr Çelîk, Endamê Rêveber  a NAV-YEK’ê Haci Çelîk, Serokê CÎK’ê Hafiz Ahmet Tûrhalli û Serokê Enstîtuya Kurd a Brukselê Derwêş Ferho piştgirî da çalakiya Ata.