Scholz bang li dewleta Tirk kir ku êrîşan rawestîne

Serokwezîrê Elman Olaf Scholz got ku êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bêhevsengî û li dijî hiqûqa navneteweyî û bang li dewleta Tirk kir ku êrîşan rawestîne.

Komeleya Malbatên Aştîxwaz a malbatên Elman ji bo piştevaniya bi Kurdan re û kirina xebatê ji bo aştiyê li Kurdistanê ji bo dewleta Tirk dawiyê li êrîşên xwe yên bi ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bîne ji Partiya Demokratên Civakî (SPD) ya şirîka herî mezin a hikûmeta federal a Elman re name şand.

Malbatan bang li rêveberiya SPD’ê û parlamenteran kir ku tevbigerin. Serokwezîr Olaf Scholz bersiv da malbatan. Bersiva nivîskî ya bi îmzeya Olaf Scholz wiha ye:

“Êrîşên bi ser çeperên Kurd li Sûriye û Bakurê Iraqê bêhevsengî û ne li gor hiqûqa navneteweyî ne. Em jidestdayîna jiyana xwe ya sivîlan bi fikar in û banga me li dewleta Tirk ew e ku êrîşan rawestîne.“

‘XWEDIYÊ GOTINA XWE BIN’

Komeleya Malbatên Aştîxwaz bi bersiva Serokwezîr Scholz bi kêfxweşî pêşwazî kir û bang li hikûmeta Elman a federal kir ku xwediyê gotina xwe be.

Malbatan îşaret pê kir ku ne rêvebirên SPD’ê ne jî Olaf Scholz tu car wiha bi eşkereyî gotin nekirine û wiha axivîn: “Ji bo me tişta giring ew e ku gotin û kirinên hikûmeta Elman hev û din bigirin û hikûmet banga rawestandina êrîşan li Tirkiyeyê bike.“

Civaka Azad a navenda têkiliya bi gelê Kurd re ya li Berlînê jî daxuyaniyeke mîna ya Scholz da. Civaka Azad diyar kir ku daxuyaniya Scholz giring e û da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk ên bi ser gel û binesaziyên krîtîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk li binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mezinkirina krîza mirovî ya li herêmê dewam dike û gotin: “Ji bo Tirkiye êrîş neke divê gavên pratîk bên avêtin. Pêdivî bi encamên siyasî, danekirin û rawestandina şandina çekan heye.“

Komeleya Malbatên Aştîxwaz meha Gulanê li bajarê Kassel ê Elmanyayê ava bû.