Qirkirina Êzidiyan Li Stockholmê hate şermezarkirin

Kurdistaniyan bi wesîleya salvegera 8’emîn a Qirkirina Êzidiyan, li Stockholmê mîtingek lidar xistin.

Mitînga ku bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Amara hate lidarxistin, di seet 17:00’an de li qada Myntorget a li ber parlementoya Swêdê, ji bo bîranîna qurbaniyên qirkirinê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û KJAR’ê hatin hilgirtin. Her wiha pankartên ku nivîsên têkildarî Qirkirina Şengalê li ser hatin nivîsîn hatin hilgirtin, gelek belavokên di derbarê qirkirinê de hatin belavkirin û bê navber dirûmeyên “Şengal sembola Kurdan e”, “Tirkiye destê xwe ji axa me vekişîne”, “Erdogan û DAÎŞ heman tişt e” û “Bimrin xayînên komkujiyê” hatin berzkirin.

Di mitîngê de weke sembol jineke bi qeyd û zincîran û reş pêçayî hate danîn ku bala kesên biyanî dikêşa.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Amara daxuyaniyek hat dayîn. Di destpêka daxuyaniyê de qurbaniyên qirkirinê hatin bîranîn û hemû berxwedêrên ku îro ji bo xweseriya Şengalê têdikoşin, hatin silavkirin û wiha hate gotin: “Di sedsala modern de li ber çavê hemû cîhanê ev qirkirin pêk hat. PDK a ku li wê derê xwedî hêz bû, bê berxwedanî, bê şerm û fedî li ber çavê cîhanê reviya. Her wiha dewleta Tirk a dagirker îro bi her awayî dixwaze ew fermana ku DAÎŞ’ê nekarî temam bike, bi dawî bike. Ji ber vê yekê jî bi awayeke hovane li her derê êrîşî ser nirx û baweriyên Kurdan dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê statuya Şengalê bê naskirin û hemû Kurd ji bo vê yekê têbikoşin.