Qetilkirina Jîna Emînî li Stockholmê hate şermezarkirin

Li paytexta Swêd Stockholm ji bo Jîna Emînî ya ku ji aliyê polîsên exlaq ên Îranê ve hate qetilkirin, çalakiya protestoyî hate lidarxistin.

Îro di saet 17:00’an de gelek rêxistin, sazî û dezgehên Kurdan ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve û ji bo piştgirîdayînê serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, li paytexta Swêd Stockholm çalakiyek li dar xistin.

Bi hezaran Kurdistaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê li qada Sergels Torgetê hatin ba hev û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Kujer dewlet” hatin berzkirin.

Çalakvanan bi armanca protestoyê porê xwe qut kirin û hinekan laçikên xwe avêtin erdê û şewitandin.

Her wiha di axaftinên hatin kirin de jî banga yekîtiya Kurdan hate kirin.

Her wiha di çalakiyê de stranên şoreşgerî reng û deng da çalakiyê.