'Qêrîna me wê ji kîmyabarankeran re bibe kul, ji gerîla re bibe nefes'

Siyasetmedar, nivîskar û nûnerên saziyan diyar kirin ku meşa Dusseldorfê wê bibe rojeke dîrokî û gotin; “Divê wê rojê kes neçe ser kar, divê tevlî meşa mirovahiyê bibe.”

Siyasetmedar, aktîvîst û nûnerên saziyan banga tevlîbûna xurt li meşa li Ewropayê ya 12'ê Mijdarê li Dusseldorfê tê lidarxistin kirin.

ME GREV RAGIHAND

Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngur: Em di 12'ê Mijdarê de li Dusseldorfê dicivin. Weke KCDK-E me roja 12’ê Mijdarê weke “Roja Greva li dijî çekên kîmyewî ya Ewropayê” îlan kir. Hemû gelê me yê Kurdistanê li Ewropayê, dostên me yên li Ewropayê, jin, ciwan, pîr û kal, Elewî, Êzidî, Misilman; Em hemû kesên ku dibêjin mirov in vedixwînin meş û mîtînga 12’ê Mijdarê ya Dusseldorfê. Ji bo protestokirina bêdengiya Ewropayê, bêdengiya OPCW, bêdengiya Konseya Ewropayê ya li hemberî sûcên şer ên Tirkiyeyê, li hemberî çekên kîmyewî yên li ser gerîlayan bikar tîne, di 12'ê Mijdarê de li Dusseldorfê em li benda we ne ku bi ruhê seferberiyê tevlê bibin û li dijî faşîzmê bi ruhekî hevpar xwedî li gerîla derkevin. Gerîla jiyan e, gerîla azadî ye. Bijî berxwedana Gerîla!

DIVÊ KES WÊ ROJÊ NEÇE SER KAR

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç: Dewleta Tirk bi “Plana Çong danînê” ve polîtîkayeke qirkirinê ya bi armanca tasfiyekirina têkoşîna azadiya Kurdistanê û destketiyên gelê Kurd xistiye meriyetê. Bi hemû teknîka xwe bi alîkariya hêzên navneteweyî vî şerî dimeşîne. Bi berxwedana gerîla re rû bi rû maye, ketiye nava xetimandinekê. Ev konsept, "Plana Hilweşînê" hilweşiya. Li ser vê yekê dest bi bikaranîna madeyên kîmyewî kir, guh neda hiqûqa navneteweyî û nirxên mirovî û hewl dide bi vê yekê encam bigire. Ev êrîşa li dijî Gerîlaya Azadiya Kurd di esasê de êrîşa li dijî hemû Kurdan, li ser Kurdistanê ye. Hewl dide gelê Kurd bê nefes bihêle û pêşeroja wê tarî bike. Tevî dosyaya IPPNW’ê, OPCW gavan navêje. Di vî şerê qirêj de bi dewleta Tirk re bi polîtîkayên qetlîamê re hevkariyê dikin, çavê xwe digrin, cih vedikin. Ji ber vê yekê meşa 12'ê Mijdarê ya Dusseldorfê gelekî girîng e. Me KCDK-E û bi taybetî rêxistinên Kurdistanî 12’ê Mijdarê Roja Greva Neteweyî ya Kurd a Cîhanê îlan kir. Yanî wê rojê divê kes neçe ser kar, kargeha xwe veneke, jiyana xwe asayî nedomîne. Ji ber ku tê xwestin ku jiyanê li me bikin zindan. Dixwazin me bê nefes bihêlin. Hewl didin pêşeroja me xirab bikin. Ji ber vê yekê divê her kes di 12’ê Mijdarê de li Dusseldorfê be. Ji ber ku ev berxwedan berxwedaneke ku rûmet û siberoja tevahî gelê Kurd diparêze. Ji ber vê yekê divê her kes wê rojê tevlê meşa navendî ya Dusseldorfê bibe.

EM HEMÛ LI DUSSELDORFÊ BÊN BA HEV

Xoşnav Ata yê Kurdistanî ku ev 99 roj in li ber OPCW xwepêşandanê dike: Welatparêzên hêja, 97 rojin (ji roja çarşemê ve) ez bi daxwaza lêkolînê li ber OPCW’ê di nobetê de me. Ev 97 roj in OPCW dengê me nebihîst. Li Dusseldorfê di 12’ê mehê de ji bo bêhnek nû bidin gerîla û dengê me bibihîzin wê çalakiya navendî bê lidarxistin. Banga me ji gelê me, welatparêz û dostên me re ev e: Werin em hemû li Dusseldorfê bicivin. Serkeftin ya gelê me ye! Bijî gerîla!

LI DIJÎ BÊDENGIYÊ

Serokê Damezirîner ê SYKP'ê Tuncay Yilmaz: Dewletên çekan difiroşin ên cîhanê ku şer dixwazin, li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan bêdeng in. Li hember pêkanîna tawanên şer bêdeng dimînin. Li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê bêdeng dimînin. Lê em vê yekê baş dizanin; yên ku li Kurdistanê li hemberî gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tînin û sûcê şer dikin jî yên li Bartînê karkerên madenê qetil kirinî heman in. Yên ku gelê me mehkûmî bêkarî, xizanî û bêpêşerojiyê dikin ew in. Madem yên ku sûcên şer dikin, bêdeng dimînin; divê em li dijî wê dengê xwe bilind bikin. Di 12'ê Mijdarê de kesên aştiyê dixwazin, yên wekheviyê dixwazin, yên azadî û demokrasiyê dixwazin li Dusseldorfê bên cem hev. Weke Partiya Ji Nû Ve Avakirina Sosyalîst-Ewropa, em ê li Dusseldorfê bin. Em hemû gelê xwe yê aştiyê dixwazin vedixwînin Dusseldorfê.

SÛCÊN LI DIJÎ MIROVATIYÊ

Rojnamevan-Nivîskar Hayko Bagdat: Rejîma AKP-MHP’ê li her qadê sûcê mirovahiyê dike. Em bi rejîma ku li her qadê, jin, zarok, ciwan, li her derê êrîşî mafên mirovan dike re rû bi rû ne. Û polîtîkaya tunekirinê ya li hemberî Kurdan, bi baweriya min îro gihîştiye lûtkeya xwe ya dîrokî. Ji xwe ji destpêkê ve bi guman e ku bêyî ku rê bidin îdiayên di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de bên lêkolînkirin, bi lez û bez Şebnem Korûr Fîncanci xistin girtîgehê. Ev mijar girîng e. Sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên li dijî Kurdan di rojeva me de ne. Bi hêviya hevûdu dîtinê ya di çalakiya 12'ê Mijdarê de...

EZ WE VEDIXWÎNIM MEŞA MIROVATIYÊ

Siyasetmedar Nûrsel Aydogan: Gelê me yê hêja! Bikaranîna çekên kîmyewî di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ye. Hem li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî û hem jî li gorî OPCW ku saziya kontrolkirina çekên kîmyewî ye, bikaranîna çekên kîmyewî sûc e. Ez bang li hemû gel û dostên me dikim ku tevlî meşa mirovahiyê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ku wê 12’ê Mijdarê roja Şemiyê li Dusseldorfê bê lidarxistin bibin. Werin em careke din bi hev re biqîrin “bikaranîna çekên kîmyewî sûc e”.

EM BI HEV RE BÊDENGIYÊ BIŞKÎNIN

Siyasetmedar Tûgba Hezer: Li hemû cîhanê bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye û sûc e. Lê dewleta Tirk vê hovîtiya li ser Kurdan dimeşîne. Werin em di 12’ê Mijdarê de li Dusseldorfê li hev kom bibin, em bi dengê xwe bi hevre bêdengiya li cîhanê bişkînin.

DIVÊ EM BI HEVRE TEBIKOŞIN

Endamê Koordînasyona Meclîsên Komuna Şoreşger a Ewropayê (ADKM) Ayaz Selçûk: Hevrêyên hêja, têkoşîna neteweyî ya Kurd di konjonktureke gelekî xeternak û hestiyar re derbas dibe. Komara Tirkiyeyê, rêveberiya Erdogan û çeteyên wî polîtîkaya ku Kurdan weke dijminê sereke dibîne dimeşîne. Divê em êrîşên li ser gerîlayên Kurd weke ku li hemû şoreşgeran tên kirin bizanin. Konjonktur ferz dike ku em bi hev re têbikoşin. Bi vê boneyê em weke Meclîsa Komuna Şoreşger a Ewropayê bang li gelê pêşverû, şoreşger, kedkar dikin ku beşdarî çalakiya 12’ê Mijdarê ya li Dusseldorfê bibin.

EGER NE NIHA BE ÊDÎ KENGÊ?

Berdevka Însiyatîfa Komuna Demokratîk a Şoreşger a Ewropayê (ADDKÎ) Semra Ûzûnok: Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye. Ji bo ku em ji bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîla ya di şerê li Rojhilata Navîn a berdewam dike de bêjin raweste û ji bo parastina aştiyê bêjin êdî bes e, werin em di meşa 12’ê Mijdarê ya li Dusseldorfê de bi hev re aştiyê biparêzin. Eger ne niha be êdî kengê?"

WÊ BIBE ROJEK DÎROKÎ

Ji Însiyatîfa Komuna Demokratîk a Şoreşger a Ewropayê (ADDKÎ) Huseyîn Ateş: Banga me ji hemû mirovahiyê re ye! Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve tên qetilkirin. Gerîla ku hêviya mirovahiyê ye bi çekên kîmyewî tê qetilkirin. Em dixwazin di 12’ê Mijdarê de li Dusseldorfê vê komkujiyê protesto bikin. Di vî warî de em dixwazin ji dewletên Ewropayê yên ku li hemberî vê qetlîamê bê berpirsiyar nêzîk dibin û bi vê nêzîkatiya xwe piştgiriyê didin wê re bêjin raweste. Ji ber vê yekê em dixwazin bang li her kesê ku îro dibêje ez mirov im û dixwazim ji bo mirovahiyê tiştekî bikim dikin ku tevlê çalakiya 12’ê Mijdarê ya li Dusseldorfê bibin. 12'ê Mijdarê wê di esasê de bibe rojeke dîrokî. Wê bibe roja ku mirovahî li dijî emperyalîzmê bê parastin. Ji ber ku zilma ku îro li Kurdan tê kirin di rastiyê de li hemberî hemû mirovahiyê tê kirin e. Çekên kîmyewî yên îro li dijî gerîla tên bikaranîn, li dijî zarokên ku siberoja me ne jî tên bikaranîn. Em ê di 12'ê Mijdarê de li Dusseldorfê li hev bicivin da ku van hemûyan rawestînin.

EM Ê WELÊ BIQÊRIN KU…

Hevseroka Kongreya Avakirina Dêrsimê Hulya Yer: Dewleta Tirk a qirker di sala 1938'an de li Dêrsimê bi deh hezaran mirovên me bi gazên jehrî qetil kirin. Îro li pêş çavên cîhanê dixwazin li Zap, Avaşîn, Metîna û gelek herêmên Kurdistanê bi çekên kîmyewî qirkirina Kurdan temam bikin. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye. Ji bo ku em nebin alîgirê vî sûcê mirovahiyê, 12’ê Mijdarê roja Şemiyê li Dusseldorfê meşek mezin a protestoyî li dar dixin. Weke Kongreya Avakirina Dêrsimê, weke gelê Dêrsimê em ê wê rojê li Dusseldorfê bin. Em ê welê biqêrin ku qêrîna me weke tola 1938’an ji qirker, kîmyabaranker re bibe kul û ji gerîla re bibe nefes.”