‘’Qedexeya li ser PKK’ê rejîma şer a Tirk li ser piyan dihêle’’

Susanne Rosslîng ku behsa bandora qedexeya PKK’ê ya li ser Kurdan kirî, got ew hêvî dike protestoya li dijî qedexeyê ya li Berlînê bibe protestoyeke mezin.

Suasanne Rosslîng a Elman ku piştî salên 1990’î li Berlînê Kurdan nas dike, bi demê re di nav tevgerên antî faşîst û jinen Kurd de cih digire, li ser armanca qedexekirina PKK’ê ya dewleta Elman got, ‘’Armanc ew bû ku rêxistiniya Kurd ku li sirgûnê geş dibû were qelskirin. Mînak senaryoyên tehdîdê dana şixulandin û hin kesan gotin ‘’PKK’ê ez tehîd kirim’’

Rosslîng li ser pirsa bê ka çima hê jî dewleta Elman qedexeya li ser PKK’ê didomîne got, ‘’Hûn jî xweş pê dizanin serê salên 90’î li Bakurê Kurdistanê şer giran bû, gund hatine şewitandin û valakirin, bajar hatin bombekirin. Mînak koma jinan ku ez jî di nav de bûm bombekirina Şirnexê şermezar kirin. Her êriş, komkujî û gefên ku wan deman li ser Kurdan dikirin niha hê jî didome. Bi ser de niha çekên kimyewî jî têne bikaranîn. Mirov dikare qdexeyê û siyaseta krîmînalîzekirinê weke parçeyek ji van zextan bibîne. Piştevaniya bi Kurdan re wê bi rewşenbîr û mirovên rewşenbîr sînordar nemaye, li gel belav bibûya. Di vê rewşê de Tirkiye ya ku endamê NATO’yê ye wê nikarîbûya hiqûqa navnetewî binpê bikira, ev ê 30 salan dom nekira, protestoyên mezin wê çêbibûna.’’

Rosslîng bal kişande ser Rojava, got heta şoreşa Rojava jî bandora vê qedexeya li ser PKK’ê li ser raya giştî ya Elman hebû lê bi Şoreşa Rojava re Elmanan fêhm kir ku Kurd û tevgera Kurdan çima û û li dijî kê şer dikin.

Rossling bi berdewamî diyar kir bi Şoreşa Rojava re Yekîtiya Demokratên Xirisityan (CDU), partiya desthilatê jî gotiye, ‘’PKK demeke dirêj nikare di nav lîsteya teröre ya YE’yê de bimîne’’, piştre mudahele li pêvajoyê kirine, alayên YPG, YPJ’ê, sembolên Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê, sembol û alayên tevgera Kurd qedexe kiriye û got, ‘’Bi vê armanc ew bû ku daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê asteng bikin.’’

Rosslîng li ser meşa girseyî ya li dijî qedexeya li ser PKK’ê ku 27’ê Mijdarê li Berlînê wê were kirin got, ‘’Hêvî dikim bibe xwepêşandineke xweş û mezin. Heta niha gelek sazî û organîzasyonan bang kirin. Ev atmosfera beriya xwepêşandinê ew xwepêşandana li Berlînê anî bîra min, ku sala 1993’an piştî ku qedexe hatibû danîn konên antîfaşîst li Berlînê kiribûn. Wê rojê ji bo ku em qedexeyê şermezar bikin di destê me hemûyan de dowîzên bi alayên PKK’ê hebûn.’’