PYD-Ewropa, banga tevlêbûna meşa li Dusseldorfê kir

PYD-Ewropa, bi daxuyaniyek nivîskî banga tevlêbûna meşa 12’ê Kanûnê ya li Dusseldorfê kir.

Partiya Yekitiya Demokrat-Ewropa (PYD-Ewropa), têkildarê meşa ku 12’ê Kanûnê wê li Dusseldorfê bê lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî da û banga tevlêbûna meşê kir.

Daxuyaniya PYD-Ewropa wiha ye:

“Gelê me yê hêja, dostên birûmet;

Dewleta Tirk, bi dehan caran çekên kîmyewî li dijî Kurdan û şervanên wan bi kar anîne û hêj jî saziyên navneteweyî dengê xwe ji komkujiyê re nakin.

Werin em bi hev re li Dusseldorfê bibêjin: Êdî bes e ji bêdengiya navneteweyî re, êdî bes e ji binpêkirina zagonên navneteweyî yên li dijî bikaranîna çekên kîmyawî re.

Werin em hemî bi hev re li dijî komkujiyên bi çekên kîmyewî helwesta xwe li Dusseldof diyar bikin.

12’ê Mijdarê roja Şemiyê, em li benda gelê xwe û dostên gelê xwe ne.“