Pirtûka Alî Boyraz hat qedexekirin

Pirtûka siyasetmedar û nivîskarê Kurd Alî Boyraz a bi navê ‘21 sal û 4 meh’ ku ji rojnivîskên girtîgehê pêk tê, ji aliyê daraza Tirk ve hat qedexekirin.

Li Tirkiyeyê pirtûkeke din jî hat qedexekirin. Pirtûka bi navê ‘21 sal û 4 meh’ ê nivîskar Alî Boyraz hat qedexekirin.

Li ser giliya Midûriyeta Emniyetê ya Sêwasê, derbarê pirtûka ku bandrola Wezareta Çandê li ser heye û cara duyem tê çapkirin, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sêwasê ve bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ lêpirsîn hat destpêkirin. Di encama lêpirsînê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Sêwasê doz hat vekirin. Dadgehê notên Boyraz ku dema ji ber endamtiya PKK’ê di girtîgehê de bû, bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’, ‘daxwaza dewleta serbixwe ya Kurdan’ qedexe kir.

Têkîldarî qedexekirinê siyasetmedarê Kurd Alî Boyraz ji ANF’ê reaxivî. Boyraz diyar kir ku dewleta Tirk bêfikarane êrîşên xwe li ser kes û saziyên muxalîf didomîne û got: “Dema ku sûcên dewletê yên wekî zilm û êşkenceyê tên nivîsandin li beramberî vê yekê qedexekirin, zext û girtin heye. Civak ti caran bi van êrîşan bêdeng nebû û gav paşve neavêt. Ji niha û pê ve jî wê ev helwest û berxwedan berdewam bike. “

Boyraz diyar kir ku her hevok û peyvên di pirtûkê de hatiye nivîsandin heqîqet û serpehatiyeke ye û wiha berdewam kir: “Dixwazin ez vî tiştî tune bihesibînim. Tunehesibandin li aliyekî, dema em dîl hatin girtin wê demê em di dadgehê de li hemberî leşkeran bêdeng bûban, ne me yê cezayê darvekirinê girtiba ne jî ewqas li zindanê mabûna. Wê rojê em bêdeng nebûn, îro jî em ê bêdeng nebin.”

Boyraz destnîşan kir ku desteserkirina pirtûka wî ne hiqûqî ye û diyar kir ku ew biryara qedexeya li ser pirtûkê nas nake.

ALÎ BOYRAZ KÎ YE?

Alî Boyraz di sala 1962’an de li navçeya Gurun a Sêwasê li gundê Bozuyuk a Elewiyan hat dinê. Beriya ku PKK’ê ava bibe di temenê xwe ya zarokatiyê de Apoyiyan nas dike. Alî Boyraz ji birayê xwe yê mezin Huseyîn Boyraz (Rûbar Denîz) ê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê, bandor dibe û di sala 1981’an de li gundekî Pazarcikê tê girtin. Dadgehê derbarê Boyraz de cezayê darvekirinê dide. Bi qanûna ku di dema Turgut Ozal de derket, cezayê darvekirinê hat rakirin û cezayê wî daxistin 21 sal û 5 mehan. Huseyîn Boyraz di Çileya 2017’an de di encama êrîşa hewayî a dewleta Tirk şehîd bû. Xwişkên wan Rahşan di sala 1990’an de û Handan jî di sala 1993’an de tevlî refên gerîla bû. Her du jî di şerê sala 1996’an de şehîd bûn. Boyraz niha di xebatên Meclîsa Gelê Kurd a Îngilîstanê de cih digire.