NAV-BEL’ê ji bo meşa Dusseldorfê bang kir
NAV-BEL’ê ji bo meşa ku sibê wê li Dusseldorfê li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk were kirin bang kir û bernameya cih û saeta birêketina otobusan diyar kir.

Konseya Demokratîk a Civakên Kurdistanê ya Belçîkayê (NAV-BEL) ji bo şikandina bêdengiyê li hemberî dewleta Tirk a ku bi çekên kîmyewî êrîşî gerîlayan dike, ji bo tevlêbûna meşa di 12’ê Mijdarê de wê li bajarê Dusseldorfê were lidarxistin bang kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Bi peymana ku 100 sal in ji aliyê hêzên serdest ên emperyalîst ve hatiye kirin, biryara qirkirina gelê Kurd li Rojhilata Navîn hate dayîn. Îhaleya qirkirinê jî dane hêzên dagirker ên herêmê
Rêber Apo bi berxwedaneke topyekûn û bi rêxistinkirina gelê Kurdistanê ya di warê siyasî û leşkerî de vê polîtîkaya qirkirinê pûç kir.
Dewleta Tirk a faşîst a ku li hemberî berxwedana gerîlayan têk diçin, bi erêkirina NATO û hêzên emperyalîst li dijî gerîlayên berxwedêr, çekên kîmyewî yên qedexe bi kar tîne.
Bêdengiya dewleta navneteweyî û saziyên wê ya li pêşberî vê rewşê tê wateya ku ew jî şirîkên dewleta Tirk a dagirker in.
Em bang li hemû gelê xwe yên li Belçîkayê dikin, ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çekên kîmyewî biqîrin, tevlî meşa protestoyî ya 12'ê Mijdarê roja Şemiyê li Dusseldorfê bibin û xwedî li berxwedana bi rûmet a gerîla derkevin.”
Li navendên Belçîkayê cih û saetên birêketina otobusan wiha hatin ragihandin:
Charleroi
Komeleya Çanda Kurd
Chaussee de Fleurus 112, Gilly
Saet 07.30
Bruksel
Gutenbergsquare, 1000 Bruksel
Saet 08.30
Leuven
Komeleya Çanda Kurd
Baron August de Becker Remyplein, 3010 Kessel Lo
09:00
Antwerp
Komeleya Çanda Kurd
Carnotstraat 136, 2060 Antwerp
Saet 08:00
Liege
Komeleya Çanda Kurd
Rue de Porto132, 4020 Liege
Saet 07.30
Verviers
Komeleya Çanda Kurd
Rue de Hodimont 51, 4800 Verviers,
Saet 08.30