Meşa Dirêj di roja 3'yemîn de ye
Meşa Dirêj ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, di roja 3'yemîn de ji bajarê Stûttgart ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava 'Werin Cenga Azadiyê' de destpê kir.

Meşa Dirêj ku her sal bi kevneşopî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, îsal bi du baskan tê meşandin.
Meşa Dirêj li Elmanyayê bi pêşengiya ciwanên Kurd, li Swîsreyê jî bi pêşengiya ciwanên enternasyonalîst tê kirin. Meşa Dirêj li Elmanyayê bi dirûşma "Di sala serketinê ya 2023'an de em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" pêk tê.
Rawestgeha roja 3'yemîn a ciwanan bajarê Stûttgartê bû. Ciwan serê sibehê li qada Stadtgartenê li hev kom bûn û ber bi Boblîngenê ve dest bi meşê kirin. Ciwan wê îro nêzî 18 kîlometreyî bimeşin û êvarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Boblîngenê li hev kom bibin.
Bi meşa îro re ciwan wê bi giştî 54 kîlometre meşiya bin.
PLANSAZIYA MEŞÊ
Plansaziya çalakiyê ya ciwanên Kurd bi vî rengî ye:
"Roja 4'emîn, ciwan wê li Eskater Park a li bajarê Reûtlîngenê saet di 09:00 de li hev kom bibin û li navenda bajarê Reûtlîngenê bi 5 kîlometreyan bimeşin. Êvarê saet di 17:00 de wê li Holzmartê mîtîngekê lidar bixin û ber bi mala Şehîd Sara Dorşîn lê mabû, bimeşin.
Roja 5'emîn ciwan wê ji navenda bajarê Offenbûrgê ber bi bajarê Lahrê ve bimeşin. Li Lahrê di semînerekê de li hev kom bibin.
Roja 6'emîn, ciwan wê saet di 09:00 de li navenda bajarê Freîbûrgê li hev kom bibin, li kolana herî qelebalix a bajêr bimeşin û êvarê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Freîbûrgê tevlî semînera 'Jin ên ciwan' bibin.
Roja 7'emîn, ciwan wê ji bajarê Heîlbronnê bi rê bikevin û xwe bigihînin ciwanên enternasyonalîst ên ji Swîsreyê bi rê ketine, li Strasbourgê li hev kom bibin û beşdarî meşa navendî bibin ku bi deh hezaran kes wê tevlî bibin."