Li Zurîhê çalakiya “Bila Ecevît Pîroglû bê berdan”

Ji bo şoreşgerê Tirk Ecevît Pîroglû yê ku di 25’ê Hezîrana 2021’an de li Sirbistanê piştî zextên dewleta Tirk hatibû girtin û şandin girtîgehê serbest bê berdan, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê çalakiyek hate lidarxistin.

Hat diyarkirin ku Ecevît Pîroglû ji 2’ê Hezîrana 2022’an û vir ve ji bo protestokirina pêkanînên dijhiqûqî û ji bo bidestxistina maf û azadiyên xwe yên bingehîn di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.

Pêkhateyên Têkoşîna Şoreşger a Yekbûyî (BDM) û Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (ADGB) jî li ser banga Însiyatîfa Azadiyê ya ji bo azadiya Ecevît Piroglû beşdarî çalakiya li Qada Stûfacherê bûn û piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiya ku hat xwestin Ecevît Pîroglû di zûtirîn demê de bê berdan de, li ser navê însiyatîfê daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglû di 17ê Hezîranê de ji bo zextê li Sirbistanê bike ku Ecevît Pîroglû radestî Tirkiyê bike hatiye Sirbistanê. Her wiha di dewama daxuyaniyê de ku bal hat kişandin ku vê serdanê, îhtîmala ku hikûmeta Sirbistanê ji bo berjewendiyên xwe yên bazirganî, dîplomatîk û leşkerî Ecevît Pîroglû bike qurban xurt kiriye, hate diyarkirin ku ev rewş rê li ber binpêkirina mafên navneteweyî û mafên mirovan vekiriye.

Çalakî bi xwendina nivîsa bi zimanê Elmanî berdewam kir û hat diyarkirin ku wê çalakî heta 30’ê Îlonê bidome û li Belgradê wekî Însiyatîfa Ji Ecevît Pîroglû re Azadî wê rûniştina radestkirinê bê lidarxistin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên ku banga hevpariya yekîtiya şoreşgerî dikin bi dawî bû.