Li Parlamentoya Îngilistanê êrîşên li ser Kurdan hatin nîqaşkirin

Parlamenterê Partiya Karkeran Bambos Charalamboûs ku di civîna bi sernavê “Kurd“ de axivî, diyar kir ku ew êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û bi Kurdan re ne.

Di Parlamentoya Îngilistanê de bi mazûvaniya Parlamenterê Partiya Karkeran Lloyd Rûssel Moyle, civîneke bi sernavê “Sûriye û Îran“ hat çêkirin. Civîn li avahiya parlamentoyê bû. Rêxistina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Nûnera Îngilistanê Sonya Kerîmî, Akademîsyen Azad Dîwane, Nûnerê SDG yê Îngilistanê Ahmed Muslîm û Wezîrê Rojhilata Navîn ê ji Partiya Karkeran ê dostê Kurdan Bambos Charalamboûs tev li civînê bûn.

Di civînê de li ser êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Rojava, êrîşên dewleta Îranê yên li Rojhilat û serhildanan hat sekinîn. 

Hevseroka Konseya Demokratîk a Sûriyeyê Îlham Ahmed bi onlîne tev li civînê bû. Hevseroka Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ahmed behsa bandora êrîşên dewleta Tirk li ser gelê herêmê kir û bal kişand bi ser bêdengiya civaka navneteweyî û hikûmetan.

Ahmed diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya êrîşên bi çek ên bi ser Kurdan dixwaze DAÎŞ’iyan azad bike û bang li hikûmeta Îngilistanê kir ku helwesta xwe li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk nîşan bide û spasiya parlamenterên mazûvanên civînê kir.

Wezîrê Rojhilata Navîn ê Partiya Karkeran Bambos Charalamboûs jî diyar kir ku ew êrîşên dewleta Tirk bi eşkerehî şermezar dikin û ew bi Kurdan re ne. Charalamboûs destnîşan kir ku ji bo hikûmet û partî gavên pêwîst biavêjin, dixebitin.

Civîn piştre bi pirs û bersivan dewam kir.