Li Marsîlyayê meşa bi meşaleyan: Divê CPT tavilê erka xwe pêk bîne

Kurdistaniyan bi meşeke meşaleyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin û gotin, "Divê CPT tavilê daxuyaniyê bide, tecrîdê rake û parêzer bi heyetekê biçin Îmraliyê."

Piştî ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku heyeta CPT li Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nekiriye, çalakiyên li dijî tecrîdê zêde bûn. Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi vê wesîleyê meşa çalakiyan a bênavber destpê kir. Doh jî Kurd tevî dostên xwe daketin qadan û bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Canebiereyê bi meşaleyan meşiyan.

Di meşê de ku bi sedan kes tevlî bûn, girseya gel pankartên bi nivîsa "CPT bi lez wezîfeya xwe pêk bîne", "Azadî ji Abdullah Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" hatin hildan û li dijî tecrîdê dirûşm hatin qîrîn.

Di çalakiyê de ku heta qada Vieux Portê dewam kir, li ser tecrîdê û sîstema Îmraliyê belavok hatin belavkirin.

Çalakî piştî daxuyaniyê bi dirûşman bi dawî bû.