Li Leîpzîg û Dûîsbûrgê çalakiyên li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî

Li bajarê Leîpzîg û Dûîsbûrg ên Elmanyayê, ji bo balê bikêşin bi ser êrîşên dagirkirina Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de, kon hat danîn.

Li bajarê Leîpzîg û Dûîsbûrg ên Elmanyayê ji bo protestokirina êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û banga ji bo tevlêbûna meşa 12’ê Mijdarê ku wê li Dusseldorfê bê kirin, konên çalakiyê hat danîn.

LEÎPZÎG

Li navenda Leîpzîgê bi armanca kişandina balê bi ser bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de, li çalakiya konvedanê performanseke şanoyî hat nîşandan.

Di çalakiyê de danezan hatin xwendin û belavkirin.

Ji yên serdana standê kirin re behsa piştgiriya NATO’yê ya ji bo êrîşan û bêdengiya OPCW’ê hat kirin. Çalakî, saet di 13.00’ê de dest pê kir, di 16.30’an de bi berzkirina dirûşmên “Jin jiyan azadî“ û “Bijî berxwedana gerîla“ bi dawî bû.

DÛÎSBÛRG

Bi heman armancê ji aliyê Navenda Civakê ya Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê û Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel ve konê çalakiyê hat danîn.

Di çalakiyê de bal kişandin bi ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk û bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) de hat kişandin û danezanên ji bo banga tevlêbûna meşa Dusseldorfê ya 12’ê Mijdarê hatin belavkirin. Çalakî, saet di 14.00’an de li Avendûnkplatza navenda bajarê Dûîsbûrgê dest pê kir û heta 17.00’an dewam kir.