Li Lavrîon û Parîsê coşa 27’ê Mijdarê: Îro roja xwedîderketina PKK’ê ye

Di meşa li kampa Lavrîonê hat lidarxistin de hat gotin, “PKK tevgerek ya gelan e. Îro roja ku her kesimek xwedî li PKK’ê derbikeve ye.” Çalakiya ciwanan ya li Parîsê jî rastê eleqeyek mezin hat.

Li Atîna ya Yewnanîstanê û li paytexta Fransa Parîsê bi munasebeta 43’mîn salvegera damezrandina PKK’ê meş hatin lidarxistin.

ATÎNA/LAVRÎON

Li Kampa Lavrîon ya nêzî paytexta Yewnanîstan Atînayê ye salvegera 43’mîn a damezrandina PKK’ê bi meşekê hat pîrozkirin.

Bi dehan kes tevlê meşa pîrozbahiyê ya ji aliyê KCD-E’yê ve hatî lidarxistin bûn.

Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana PKK’ê” destpêkir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê û KCK’ê hatin hildan.

Piştî meşa ku di bin baranê de bi çepik û fîtikan hat lidarxistin daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê şêniyek ji kampê Huseyîn Arasan ve hate dayîn. Arasan diyar kir ku PKK piştî şehadeta Hakî Karer hat damezrandin û wiha pêde çû: “Rêbertî wek pêwîstiyê girêdana bi bîranîna wî ev têkoşîn pêşxist û anî vê astê. Rêbertî bi tesbîta ‘Kurdistan mêtingehe’ derket rê û tevgera PKK’ê anî asta ku îro bûye hêviya mirovahiyê. Mêtiger ji bandor û hêza tevgerê ditirsin. Faşîzma TC’ê bi hemû hêza xwe êrişê tevgerê dike. Heta hê pêşdetir jî diçe, hov dibe û li hemberî tevgera azadiyê sûcên mirovahiyê dike û gazên kîmyewî bikar tîne. Û hemû dewlet li hemberî wê bêdeng in û çavê xwe li hovîtiya TC’ê digirin. Encax PKK tevgerek a gel e. Ji bo gelan hêviyek e. Îro roja ku her kesimek xwedî li PKK’ê derbikeve ye.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana PKK’ê” bi dawî bû.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê bi boneya 43. salvegera damezrandina PKK’ê li ser bangewaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger li banliyoya Vîllîers Le Bel meşek bi coş hat lidarxistin.

Meşa ku nêzî 200 kesan tevlê bûn bala kesên li hawîrdorê bûn kişand.

Ciwanan di meşê de meşale hilgirtin û fîşekên hewayî yên rengî bikar anîn û bi domdarî dirûşmeyên “Bijî Partiya Karkerên Kurdistanê”, “Bijî berxwedana PKK’ê”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Lîberte poûr Ocalan” berzkirin. Meş bi qasê 2 saetan dom kir û gihîşt ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd.

Li wir piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyaniyek hat dayin û çalakî bi dawî bû.